6 leşkerên Tirk ên derbasî Başûr bûn hatin kuştin
Li Şemzînanê ji leşkerên Tirk ên hewl dan axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin, 6 leşker hatin kuştin.
Li Şemzînanê ji leşkerên Tirk ên hewl dan axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin, 6 leşker hatin kuştin.
Artêşa Tirk duh danê êvarê saet di 22:00 de, ji herêma Gerdiya ya Şemzînanê kete nava axa Başûrê Kurdistanê û dest bi hewldana dagirkirinê kir.
Artêşa Tirk leşkerên xwe danî herêmên Hecî Beg, Geliyê Reş, çiyayê Siro û derdora gundêr Bermizê yê Diyanayê.
Hêzên gerîla yên li vê herêmê, li Tepê Xwedê yê li herêma Adil Begê li leşkeran xistin. Di çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Tê gotin, balafirên keşfê li ser herêmê digerin û bomberdûmana bi balafirên şer jî didome.