Leşkerên Tirk dest datînin ser heywan û xwarina gundiyan

Li Bedlîsê, leşkerên Tirk dest datînin ser heywan û xwarina gundiyan. Ji gundiyan Beydogan got, "Timî rêya me dibirin, dest datînin ser penêr û nanê me. Û li gundiyan dixin."

Hikumeta AKP'ê ku dike nake nikare gelê Kurd teslîm bigire, ji bo çav bitirsîne û bêdeng bike, çi jê tê dike.

Li bejahiya navbera Bedlîs û Sêrtê, berî sê rojan 2 hezar mihî hatin desteserkirin. Leşkerên Tirk bi îdîaya ku 'çêrandinê bi rengekî qanûnî nakin û destûra şivantiyê nehatiye girtin' dest danîn ser pez. Halbûkî di dîmenê ku li medya civakî hate weşandin de tê dîtin, gundî ewraqên qanûnî yên pêwîst nîşanî leşkerên Tirk didin.

Gundiyan gotin, di dema dawî de leşkeran çek dane bi sedan kesî û ew kirine cerdevan.

Ev bûyer bû sedema nerazîbûneke mezin. Li pişt vê bûyerê, rewşeke cuda heye. Li vê herêmê, leşker û sercerdevan demeke dirêj e nahêlin gundî biçin zozanan. Leşker û cerdevan dest datînin ser heywan û xwarina gundiyan.

Hêzên dewletê ku timî rêya gundiyan dibirin, xeraceke gelekî zêde ji gundiyan dixwazin û yên vî pereyî nedin, gefê lê dixwin.

'DEST DATÎNIN SER NANÊ ME Û LI ME DIDIN'

Xwediyê pezê hatiye desteserkirin Îsmet Beydogan ji ANF'ê re axivî.

Li gorî Beydogan bûyer, bûyereke ji rêzê ya ku leşkerek-du leşkerî dest daniye ser mihan nîne. Beydogan anî ziman, di salên 93-94'an de jî heman zilm li wan hatiye kirin û êdî vegeriyane wê serdemê. Beydogan diyar kir, tevî ku hemû ewraqên wî yên qanûnî temam in, destûr nehatiye dayin pezê xwe bibe zozanan.

Beydogan ragihand, pezê wî bi rengekî ne qanûnî li qemyonan siwar kirine, piştre nedane wî û got, "Bi dîtina min, haya rayedarên payebilind ji vê heye."

Beydogan di dewama axaftina xwe de got, "Ne dihêlin em pezê xwe biçêrînin, ne jî bifiroşin. Niha gundî hemû mexdûr in. Timî rêya gundiyan dibirin, dest datînin ser penêr û nanên gundiyan, li gundiyan dixin, îşkenceyê dikin."