Leşkerên Tirk ciwanekî Kurd li Wanê qetil kir!

Li Elbakê leşkerên Tirk ciwanekî Kurd ê bi navê Emrah Gorur qetil kir.

Li gundê Qaşqol ê Elbakê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanê 20 salî Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû. Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê.
 
Welatiyên herêmê, têkildarî bûyerê, diyar kirin ku leşkeran gule barandin û di encamê de Gorur jiyana xwe ji dest da. Welatiyan di heman demê de îdîakirin ku Gorur dema zevî av dida û heywanên xwe diçêrand bi şalgerdanê hatiye fetisandin û dûre gule lê hatiye reşandin.
 
Hat hîn bûn ku Gorur ê berî 3 salan bavê xwe winda kiribû, li dayik û 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir.