Lehengê Botanê: Mîrza Bargiran

Gerîla Mîrza Bargiran ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li gelek herêmên Kurdistanê 9 salan têkoşîneke bêeman meşand, bi wêrekiya xwe rê neda dijmin.

Mîrza Bargiran (Mîrza Sezek) li nava rewşeke ku dilsozê xak, av û xwezaya xwe bû, bi çanda Koçeriyê mezin bû. Hîn ji zarokatiyê ve hîn bû ku li çiyayên Kurdistanê hêzek heye ku ji bo azadî, wekhevî û edaletê şer dike. Ji hingî ve wî çarenûsa xwe bi xwe diyar kir û biryar da bibe şervanekî doza azadiyê. Mîrza Sezek hovîtiya ku dewleta Tirk li gelê Kurd dike ji nêz ve nas kir û di temenê xwe yê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir, tevlî nava karên ciwanên welatparêz û şoreşger bû. Dema ku karê ciwanan dikir di sala 2010'an de hate girtin. 6 mehan li zindanê ma. Di vê demê de rastiya dijmin û têkoşîna azadiyê ya gel hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dema ku hate berdan jî kar bi rengekî çalak meşand, lê belê careke din bû hedefa dijmin. Sala 2012'an careke din hate girtin û 2 salan li zindanê ma.

Mîrza mîna akademiyekê nêzî zindanê bû, li hemberî rastiya dijmin ti carî paş ve gav neavêt, da ser şopa Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz û têkoşîna xwe li her qadê hîn bi biryar meşand. Di sala 2014'an de piştî ku ji zindanê derket karên şoreşgerî dewam kir. Careke din bû hedefa dewleta Tirk a qirker. Sezek fêhm kir ku êdî li qada siyaseta demokratîk nikare bixebite û sala 2014'an li herêma Herekolê ya Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Li Herekolê tevlî nava perwedeya şervanên nû bû.

JIYANA XWE DIYARÎ DOZA GELÊ XWE KIR

Mîrza sala destpêkê li Herekolê derbas kir, ji Berwarî heta bi Garisa, ji Herekolê heta bi Garzanê li gelek qadan kar kir. Bi kûryetiyê gelek hevrêyên xwe ji Botanê derbasî Garzanê, ji Garzanê jî derbasî Botanê kir. Gerîla Mîrza ji bo armanca xwe pêk bîne bi fedakariyeke mezin xebitî, di sala 2015'an de li ser taktîka sekvaniyê li Botanê tevlî perwerdeya pisporiyê bû. Li hemberî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk ku 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da destpêkirin, tevlî nava pêvajoya çalakiyan bû, piştî ku dewleta Tirk a faşîst ji bo qirkirinê êrîş bir ser bajarên Kurdistanê, li Sêrtê ku lê ji dayik bû û mezin bû tevlî pêvajoya xwerêveberiyê ya gelê Kurd bû. Gerîla Mîrza bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana xwerêveberiyê ya li Sêrtê û fedakariyeke mezin nîşan da.

Piştî ku ji Sêrtê vegeriya derbasî qada Botanê bû, di Nîsana 2017'an de li dijî êrîşa dagirkeriyê ya berfireh a dewleta Tirk a dagirker ku li ser qadên Kato û Herekolê bi mehan da destpêkirin, berxwedaneke bêhempa nîşan da. Gerîla Mîrza 9 salan bênavber li çiyayên Botanê têkoşiya, bû wêrekê Botanê. Mîrza Bargiran ji bo keda Rêber Apo têk nebe, tevahiya jiyana xwe fedayî doza gelê Kurd kir. Li her qadê û di he rkêliyê de li ser bingeha îdeolojiya Rêbertî xwe perwerde kir. Di 4'ê Tîrmeha 2023'an de li Bestayê di êrîşa dijmin de tevî hevrêyê xwe Bengîn Barman (Kahraman Karataş) şehîd bû.