Lêgerînera rastiyê: Dîdar Andok

Dîdar Andok ku bi şervaniya xwe, bi dilnizmî û coşa xwe bandor li hevalên xwe yên gerîla hemûyan kir, di 1'ê Gulana 2019'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

Yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan di helbesteke xwe de digot, 'Her lêgerîn rastiyeke'. Em jî beşek ji gerdûnê ye, lewma timî di nava nakokî, têkoşîn û lêgerînê de ne. Hewl didin tiştekî fêhm bikin, têbigihêjin xwe bigihînin. Ev daxwaz li dijî şaşitî, qedexeyan an jî hewldana ji bo tinekirina îrade, ruh û nêrînê ye.

Ya ku mirovan digihîne nava têkoşîna azadiyê, ya ku mirovan dixin ser rêya rastiyê lêgerîne. Lewma lêgerîn mîna çemekî ye ku timî diherike. Dîdar Andok jî qebûl nekir ku li welatê qedexeyan bijî û berê xwe da rêya azadiyê. Bi bandora Rêbertî berê xwe da çiyê ku diyarê berxwedanê yê hezaran salî ye. Zext û zordariya ku rejîma Îranê li gelê Kurd dike ji bo Dîdar bû sedema hêrseke mezin. Sala 2009'an ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû.

HEZKIRINA HEVRÊTIYÊ

Her kesên ku tevlî nava refên gerîla dibe destpêkê hevrêtiya li nava PKK'ê bandorê li wan dike. Ji ber ku berevajî têkiliya berjewendîparêz a li nava sîstema kapîtalîst, di nava hevrêtiya PKK'ê de hezkirin, hurmet, nêzîkatiya li nirxên hev heye. Mirov pê dihesin ku hêja ne.

Herî zêde hevrêtiya li nava jiyana PKK'ê bandor li Dîdar Andok kir û ev yek her tim ji bo wê bû çavkaniya hêzê. Gotina 'Hevrêtiya hevrê tê wateya wergirtina parekê ji rastiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tiştî vedibêje. Dîdar Andok jî li gorî vê felsefeyê jiya û têkoşiya.

XEWN Û XEYALÊN WÊ ŞERKIRINA LI BAKURÊ KURDISTANÊ BÛ

Xewn û xeyala her gerîlayî ye ku li Bakurê Kurdistanê şer bike, têbikoşe û xwe nêzî Rêbertî bike. Xeyala Dîdar jî ew bû ku biçe diyarê sûran biçe Amedê. Ji bo vê jî gelekî hewl da. Daxwaza wê û hewldana wê ji bo vê yekê bû. Pêşniyara wê sala 2015'an hate qebûlkirin û rêwîtiya wê ya ber bi dilê Kurdistanê ber bi Amedê dest pê kir. Hemû hewldan û kûrbûna wê ji bo pratîkeke serketinê bû, ji bo xwegihandina Rêbertî bû.

Dîdar Amed di nava 4 salan de li Amedê gelek karên serketî kir. Di nava çalakî, jiyan û têkiliyên hevrêtiyê de her tim bû mînak. Bi şervanî, dilnizmî û coşa xwe bandoreke mezin li hevalên xwe yên gerîla kir. Dîdar Andok di 1'ê Gulana 2019'an de li navçeya Pîranê ya Amedê bi lehengî şer kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû.