Lêgerîneke ku Ocalan û PKK’ê li derve bihêle, ne cidî ye

Demîrtaş encamên referandûma 16’ê Nîsanê nirxand û got, divê Bloka Demokrasiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê bernameyekê deynê.

Demîrtaş ji bo pirsa Kurd got, "Ji vê saetê û şûn de nîqaşa bila Ocalan-PKK di pêvajoya çareseriyê de bin yan na, ji polîtîkaya çûkê hêştirmeyê pê ve ne tiştekî dî ye, ku ji bo rastiyan nebîne serê xwe dixe nav qûmê’’

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrne a Tîpa F ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nameyek şand. Di nameyê de li ser pêvajoya 16’ê Nîsanê û ji bo Bloka Demokrasiyê pêşniyarên xwe nivîsîn. Demîrtaş got, divê Bloka Demokrasiyê ji ‘hevkariya taktîk’ derkeve û bernameyek ku pirsa Kurd jî vedihewîne deyne ber xwe û got, "Pêşî divê were gotin ti cidîbûn û jidilbûna wan lêgerînan wê çenebe ku hewl didin aktorên sereke yên di pirsa Kurd de Ocalan û PKK’ê dûr bixin û her wiha hewl didin ku van realîteyan ji nedîtî ve werin."

Nameya Demîrtaş wiha ye:

"Di pêvajoya avakirina ‘rejîma yek zilamî’ de  ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi Koalîsyona AKP-MHP’ê dest pê kir, ji hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û ziyanên ku revdeyên darbekar bû sedem qada xwe berfireh kir, referandûma 16’ê Nîsanê jî bû gaveke girîng. Li gel ku encameke ne meşrû derkete holê jî, li ser encamên fermî di serdema pêş de hilbijartina Serokkomariyê êdî wê bi rengê asta herî bilind a ‘rejîma yek zilamiyê’ pêk were. Beşên ku di referandûma 16’ê Nîsanê de xwe bi rengê ‘Bloka Na’ bi nav dikirin dikare bi rengê eniyeke demdemî were binavkirin ku li dijî talokeyek girîng bi sedemên cihê hatin cem hev, girêdanên wan sist bû bi hevkariyeke taktîtî bûn. Piştî 16’ê Nîsanê ev enî ji bo hevkariyên nû, ji bo ku bikaribin bi hev re tevbigerin bi kêmanî di hin rêgezan de divê li hev bikin.

LI DOR MASEYEK GIROVER MIROV DIKARE BICIVE

Beriya ku rêgêzên ku li ser hatibe nîqaşkirin û li hev kiribin li holê hebe, heke hin weke ku temsîlkarên sedî 49’ê bin  xwe ragihînin ev tenê wê bandora sabotajê li ser Bloka ‘NA’yê bike. Beriya her tiştî tişta ku divê were kirin ew e ku nûnerên hemû beşên civakî-siyasî yên di Bloka NA’yê de  li ser maseyeke girover bicivin, bi hiqûqa wekhevan li ser rêgezan nîqaşê bikin. Piştî lihevkirina li ser rêgezan ji bo mezinkirina ‘NA’yê ji bo hevkariya bi hemû beşên civakî re (ne bi partiyan re) yên ku gotine ‘ERÊ’,ji bo derfetên hevkarî, tifqaqê divê nexşerê were danîn.

Di serî de beşên civakî ku neçar mane bibêjin ‘ERÊ’ pir girîng e ku xebateke wiha were meşandin ku ji tirs û fikara civakê re mirov bibe bersiv. Ji bo hembêzkirina beşên civakî ku gotine ‘ERÊ’ divê ji vê saetê û şûn de ne bi rengê ‘Bloka NA’ lê bi rengê ‘Bloka Demokrasiyê’ mirov rêyê bidomîne wê baştir bibe. Ji bo vê jî bi kêmanî di rêgezên demokratîk de lihevkirin pêş-şert e.

DIVÊ ZEMÎNA MUZAKEREYEKE RASTEQÎN WERE DANÎN

Divê eniyeke demokrasiyê ji bo yên ku ji van rêgezan re hurmetdar in û ji bo pêkhatine wê vîna têkoşînê nîşan didin were avakirin, ji hevkariyeke taktîk wêdetir  divê di asta mînîmum de jî be bernameya siberoja demokratîk a Tirkiyê  deynin ber xwe. Gava vê ya pêşî ew e ku li hundir û li derve divê nexşerêya aştiyê were danîn. Bernameyeke ku ji bo pirsa Kurd ne xwedî pêşniyarên çareseriyê be ne dikare bibe bernameyeke demokrasiyê û ne jî kes cidî dibîne. Beriya her tiştî divê zemîn-mekanîzmaya muzakereyeke rasteqîn were danîn di pirsa Kurd de, bi mebesta ku çareseriya demokratîk û aştî pêk were. Di vê mekanîzmayê de divê bi hişkere were diyarkirin bê ka kîjan aktor wê bi kîjan mîsyon û rolan rabe. Ji hemû tecrûbeyên diyalog û muzakereyên me divê mekazîzma an jî metodeke li gorî şertên niha, maqûl, dikare pêk were û encamgir were avakirin.

REALÎITEYA WÊ NÎN E KU OCALAN Û PKK WERE DÛRXISTIN

TBMM û partiyên siyasî, bi metodeke (mekanîzma) berbiçav dikarin pêşniyar bikin bê ka Birêz Ocalan û PKK bi çi rengî dikarin herî bibandor tevlî vê mekanîzmayê werin kirin, bi rengekî aştiyane û bi navenda çareserkirinê. Pêşî divê were gotin ti cidîbûn û jidilbûna wan lêgerînan wê çenebe ku hewl didin aktorên sereke yên di pirsa Kurd de Ocalan û PKK’ê dûr bixin û her wiha hewl didin ku van realîteyan ji nedîtî ve werin.’Ji vê saetê û şûn de nîqaşa bila Ocalan-PKK di pêvajoya çareseriyê de bin yan na jî ji polîtîkaya çûkê hêştirmeyê pê ve ne tiştekî dî ye, ku ji bo rastiyan nebîne serê xwe dixe nav qûmê’’

Divê her kes bizanibe ku em di vê mijarê de li pêşniyarên xeyalî, vir de wê de, tasfîyekar guhdar jî nakin. Lê em HDP jî bi rengê pêşniyaran jî be divê em xwedî pêşnûmeyeke nexşeyê, mekanîzma, metodekê bin. Di mijarên wiha de ku çareseriya wê dijwar xuya dike û ne pêkan xuya dike, mirov metodeke ku civak pê bawer bike deyne holê, bi qasî nîqaşkirina meseleya esasî girîng e. Bi ser de jî, di wê rêyê de ku ber bi gewherê meseleyê ve diçe, mekanîzma (metod-nexşerê) di gava pêşî de ji meseleya esasî jî girîngtir e.

Metoda çareseriyê ya ku wê were diyarkiirin dibe ku destekeke mezin a civakî bibîne. Ji ber ku bi metodê re niyet wê diyar bibe. Rêya herî bibandor  a qanîkirina beşên civakê yên ku ditirsin ku wê welat parçe bibe, beriya li ser meseleya esasî were axaftin diyarkirina metoda çareseriyê ye. Zelalbûna metodê di heman demê de wê zelalbûna hêzên hevalbend jî hêsan bike.

DIVÊ BI KÊMANÎ BERNAMEYA DEMOKRASIYÊ WERE DANÎN

Ên ku ji bo çareseriya aştî, makûl, demokratîk mekanîzmaya ku hatî diyarkirin qebûl kirin, ên ku vê hêjayî nîqaşê dibînin, bi pêşniyar û rexneyên xwe hewl bidin ku vê metodê xurt bikin, wê weke hêzên ku em dikarin weke hêzên hevalbend bibînin, zelal bibe. Beşên civakî yên ku di referandûmê de gotine ‘ERÊ’ jî wê ji nexşereyeke wiha berbiçav kelecanî bibin. Tekana rêya mezinkirina ‘NA’yê ew e ku îhtîmala aştiyê were mezinkirin, bi kêmanî diyarkirina bernameyeke demokratîk û ji bo pêkhatina vê jî têkoşîn e.

Tam di vê rewşê de HDP bi pêngaveke siyasî, bi nexşerêyeke berfireh ku li ser wê têra xwe nîqaş hatine kirin, li ser lihevkirinek çêbûye dikare rê ji siyasetê re veke. Siyaseta demokratîk rol û misyona xwe ya sereke bi vê bi xwe baweriyê dikare pêk bîne. Nîqaş, pêngav û hewldanên bi vî rengî yên siyaseta demoktratîk dikare bibe sedem ku baweriya civaka Tirkiyê ya bi siyasetê zêde bike. Ez di wê bîr û baweriyê de me ku HDP û hemû pêkhateyên wê, dostên me vê mijarê bi berfirehî nîqaş bikin, bigihînin wê sûdewar be.

NE HEDÊ KESÎ YE KU REWABÛNA HDP’Ê NÎQAŞ BIKIN

Mixabin ti zerengî û niyeta avakirina bloka demokrasiyê ya muxalefeta sereke nîn e. Em bi helwesteke wiha malkambax re hevrû ne ku  ji dilê wan nayê ku navê HDP’ê jî di zimanê xwe bigerînin lê li gel vê jî xwe weke ku berdevkê ‘NA’yê bin raber dikin. Ne hedê ti kesekî ye ku rewabûna HDP’ê nîqaş bikin. Em rewabûna xwe rasterast ji gel distînin. Lê yên ku dixwazin bi me re heman rêgezên demokratîk pêk bînin divê beriya her tiştî hîn bibin ku hurmetê bidine me. Her wiha sûdewar e ku em bi bîra wan bixin ku ew deyndar in ku bi rengekî jidil ji HDP’ê lêborîna xwe bixwwazin. Bi vî rengî jî axaftina li ser siberoja demokratîk a Tirkiyê wê hêsantir be.

Peywira me hemûyan a dîrokî ye ku enerjiya zêde ya ku di referandûma 16’ê Nîsanê de derketî holê beredayî neyê xilaskirin, bi nêzîkatiyên partîzanî  neyê bertengkirin, parçekirin û divê were mezinkirin. Ji bo gavên wêrek ku divê werin avêtin bêyî ku bi derengî bikeve kêlî beriya kêlîkiyekê dem dema wê ye ku plansaziya siberojê were kirin. Tekane tişta ku jê bawer dikim ew e ku em ketine serdemeke wiha ku yên ku azadî, demokrasî û aştiyê dixwazin teqez wê bi ser bikevin.

Selahattîn Demîrtaş, Girtîgeha Edîrne."