Kurdên Êzîdî li Moskowa Cejna Êzî pîroz kirin
Êzîdiyên li Moskowayê dijîn bi munasebeta pîrozkirina Cejna Êzî li avahiya Mala Kurdan şahiyek lidar xistin.
Êzîdiyên li Moskowayê dijîn bi munasebeta pîrozkirina Cejna Êzî li avahiya Mala Kurdan şahiyek lidar xistin.
Kurdên Êzîdî yên li peytexta Federasyona Rûsyayê Moskowa dijîn, bi munasebeta pîrozkirina Êzî li hev civiyan. Şahiya ku ji hêla Kongreya Êzîdiyên Rûsya ve hat organizekirin, şevê din li avahiya Mala Kurdan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir.
Hevseroka Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê Manana Pîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên hovane yên dewleta AKP'ê li hemberî Kurdên li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got: "Bêguman ev demek dirêj e gelê me rastî êrîşên hovane yên dewleta AKP tê. Her roj ciwan, jin û bi taybet jî zarokên bêguneh tên qetilkirin. Li Bakurê Kurdistanê gelê me bi awayekî bêhemap li ber xwe dide. Di rojek wiha de her çiqas ji bo me eyd be jî lê milekî me bi êş û xemgîn e. Li ser navê Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê em êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin û gelê me yê li ber xwe dide, silav dikin."
CEJNA ÊZÎ CEJNA GELÊ KURD E
Pîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev Cejn ne ya Êzidiyan bi tenê ye, cejna Kurdan hemûyan e! Her kesên ku xwe nas dike, zane ew cejn a gelê Kurd e! Bila ev roj li me hemû bibe rojeke mirovatî, rojeke rastî, rojeke aştî û rojeke Kurdî. Em Kurdên Êzidî pêwîste li van rojê xwe xwedî derkevin, ji ber ku ev çanda me ya qedîm ji bo me yên li derveyî welat dijîn, di bin xeteriyekeê de ye. Ev cejna me, hebûna çanda me ye."
BANGA VEGERA LI ŞENGALÊ
Di dewama axaftina xwe de Pîr bal kişand ser rola têkoşîn û cangoriya şervanên azadiyê ya di pîrozkirina vê cejnê de û got, "Em bi hêvî ne ku êşa civaka me ya Êzîdî li Şengalê ku bi hezaran kes bûne qurbaniyên wê bi dawî bibe. Gelê me li Şengalê li ber çavên hemû mirovahiyê rastî êrîşên hovane hat. Em hêvîdarin ku gelê me vegere malên xwe."
Pîr di dawiya axaftina xwe de cejn li hemû Kurdên Êzidî pîroz kir û anî ziman ku cejn wê bibe sembola yekîtiya hemû gelê Kurd û destpêka aştî û aramiya li herêmê û cîhanê.
Şahî bi gerandina govendê û bi stranên hunermendên heremî bi dawî bû.