KJK: Jin azad nebe ked jî azad nabe

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ji bo xatirê ked û kedkaran divê sîstema bi serweriya mêr bê hilweşandin û got, "Heta ku jin azad nebe jiyan, heta ku jiyan azad nebe ked azad nabe."

DAXUYANIYA KJK'Ê YA TÊKILDARÎ 1'Ê GULANÊ

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek weşand ku kedkarên cîhanê bê cudahî li dora heman harmanca hevpar kom dike û roja ked, piştevanî û yekîtiyê ye. Koordînasyona KJK'ê 1'ê Gulanê di serî de li kedkarê herî mezin ê jiyana azad û civaka demokratîk li Rêber Apo, her wiha li hemû jin ên kedkar ên ku li dijî vê sîstema riziyayî têdikoşin, li dayikan û mirovahiya kedkar pîroz kir û got, "Gulan di heman demê de meha şehîdan e. Em şehîdên xwe yên meha Gulanê, hemû şehîdên 1'ê Gulanê ku têkoşîna kedê bi canê xwe mezin kirin, bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz didin ku têkoşîna kedê bi serketinê tacîdar bikin.

SÎSTEMÊ HERÎ ZÊDE ÊRIŞÎ JINAN KIRIYE

Ked, nirxê bingehîn e ku civakê diafirîne. Bêyî kedê ne pêkan e ku mirov behsa hebûna civakê yan jî civakîbûnê bike. Ew ked û xwêdana kedkaran a ku civak kiriye civak. Ji ber vê sedemê, pergala kapîtalîst her tim hewl daye ku nirxê kedê bêqîmet bike û xwêdanê bêwate bike. Dema ku vê yekê dike, herî zêde xwediya aboriya rastîn jinan hedef digire.

Jin, koleyên bê heqdest an jî keda herî erzan ên vê pergalê ye, ji xebatên xwe yên herî azad hatine dûrxistin û kirine koleyên malê. Ew dayikên ku dibêjin bihuşt di bin lingên wan de ye, wan neçar kirine ku ji çopê xwarinê bibînin û di bin barê wijdanê yê lêgerîna xwedîkirina zarokên xwe de tên perçiqandin. Ev sîstema ku bi çavên pere û qezencê li aboriyê dinihêre, tevî ku dayik 24 saetan dixebitin jî keda dayikan ji nedîtî ve tê. Bi parçekirina hiş, hêz û bedena wan li bazaran tên firotin û weke karkerên bêqîmet tên dîtin. Dema ku weke karkerên demsalê diçin metropolan, li wir trajediyên mezin dijîn û destavêtin, tacîz jî di nav de rastî êrîşên zayendîperest ên pergala serdest a mêr tên. Tevî ku di karên herî giran de tên xebitandin jî heqdestên xwe nastînin, rastî zexta psîkolojîk û mobbîngê tên û wan anîne asta ku nikaribe bixebitin.

Zarokên ku ji bo alîkariyê bidin debara malbata xwe di temenê biçûk de dest bi xebatê dikin, herî kêm bi qasî jinan mexdûr dibin, bi heqdestê kêm di şert û mercên herî xirab de û bê ewlehî de tên bixebitin.

Karker, ji heqdestê kêm bigirin heta bi awayekî keyfî ji dertxistina kar û heta di asta qirkirinê bi cînayetên kar re rû bi rû hatine hiştin, kesên ku 40-50 sal dixebitin piştî teqawidbûnê di cînayetên kar de li şantiyeyan tên qetilkirin û neçar mane ku ji bo nanê erzan bikirin bi saetan di dorê de bisekinin. Dîsa, ji çandiniyê bigirin heta xwedîkirina sewalan, xebatên herî bingehîn ên aboriya mirovahiyê bi destê dewletê hatine tinekirin û berheman li kolanan dirijînin. Karkerên ku mafên xwe dixwazin li nîvê kolanê ji aliyê karsazan û karmendên dewletê ve rastî lêdanê tên.

SÎSTEMA DEWLETÊ YA DIZ Û ÇETE ZÊDE BÛN

Şer, krîzên aborî, birçîbûn, tîbûn, koçberî, pirsgirêkên perwerdehî û tenduristiyê yên li çar aliyê cîhanê tên jiyîn, jiyanê xistine nava krîzê. Sîstema kapîtalîst hemû enerjiya civakê ji bo karibe bijî arasteyî dîtina pariyek nan kiriye û hewl dide krîzên derxistiye holê bi krîza aboriyê veşêre. Li aliyekî civakek bi birçîbûnê re rû bi rû ye li aliyê din jî sîstema dewletê ya diz û çeteyên ku zêde bûne nizanin tiştên ku ji gel dizîne li ku derê bi cih bikin. Her çiqasî kapîtalîzm bi îdiaya ku ew pergalek gerdûnî ye derket holê jî, krîzên ku îro tên jiyîn careke din hewcedariya sosyalîzmê îspat kiriye. Rêber Apo rêya derketina ji vê krîzê di jiyana sosyalîst de dît û bi pênaseya bê sosyalîzmbûn tê wateya bê nefes mayînê, rêgeha têkoşîna me diyar kir.

KAPÎTALÎZM KUJERÊ KEDÊ YE

Sosyalîzm tê wateya xebatê, lê ne xebata ku di xizmeta pergala kapîtalîst de ye. Keda ku ji bo pêşkeftin û berfirehbûna pergala kapîtalîst tê dayîn ne keda rastîn e, berevajî vê tê wateya qetilkirina kedê. Li ser vê bingehê, ji xeyalên xwe bigirin heta jiyana xwe pêwîste em kar û xebata xwe têxin xizmeta jiyana azad.

KEDA JINÊ KEDA HERÎ PÎROZ E

Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi sedsal in di bin mêtingerî û dagirkeriyê de ne, bi desteserkirina welat û keda wan re neçarî rewşeke ku dijberî keda xwe hatine kirin. Em dizanin ku ji bo vê yekê têkoşîneke mezin a welatparêzî pêwîst e û bêyî avakirina jiyaneke azad û demokratîk ked azad nabe. Ji ber ku keda li welatê azad tê dayîn, keda ji bo civakê tê dayîn keda civakîbûnê ye. Keda ku xizmetê ji azadkirina civakê û pêşketina jiyana azad dike û xwêdana tê rijandin pîroz e. Ji ber vê sedemê, keda dayikan, keda jinan, keda herî zêde tê mêtin û paşguhkirine, lê di heman demê de keda herî pîroz e jî. Li ser bingeha felsefeya ku jin bingeha jiyanê ye, di rojek wisa de heta ku pergala serdest a mêr ku keda jinan paşguh dike neyê hilweşandin, nikarin behsa azadiyê û nirxdayîna rastîn a kedê û kedkaran bikin. Yanî heta ku jin azad nebin nikarin jiyanê azad bikin û heta ku jiyanê azad nekin nikarin kedê azad bikin. Civaka azad û demokratîk a ku îro li Rojava hatiye avakirin encama keda jinan e û encama keda xwediya rastîn a aboriyê jinan e.

Her çiqasî 1’ê Gulanê wek roja hevgirtin, yekîtî û têkoşîna navneteweyî ya karkeran pîroz dikin jî, li alyê din divê em wê bikin roja avakirina sosyalîzma ku wê ji aboriya teng rizgar dike, kesayeta sosyalîst û jiyanê. Banga Jiyaneke Azad û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hatî kirin, banga ji bo avakirina welatek ku nirxa rastîn dide kedê ye.

RÊBER APO BI JIYANA XWE YA SOSYALÎSTÎ NÎŞAN DAYE

Rêber Apo 27 sal di zindana ku dîl lê tê girtin bi jiyana sosyalîst nîşan da ku sosyalîzm jiyanek e. Li ser vê bingehê, em bang li jinên Kurd û hemû jinên ku dixwazin bibin hevrêyên Rêber Apo dikin ku ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê berfirehkirin û domdar bibe, bi ruhê berxwedana 1’ê Gulanê û bi şiyara 3’yê Gulanê diyalogên bi Jiyana Azad re beşdarî çalakî û xwepêşandanan bibin.

Em 3’yê Gulanê bikin roja hevdîtina jiyana azad a bi Rêber Apo re, avakirina jiyana demokratîk û mezinkirina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Li ser vê bingehê, em bang li jin û ciwanan, dayikan, gundiyan, karkeran, kedkaran dikin ku xwedî li vê bangê derkevin û li ser vê bingehê têbikoşin."