Rêber Apo ku weke axaftvanê sereke ji bo çalakiya 1'ê Gulanê ya bajarê Zurich ê Swîsreyê hate vexwendin, bi rêya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê silav û hezkirinên xwe ji dostên enternasyonalîst û hemû kedkaran re şand ku daketin qadên 1'ê Gulanê.
Di peyamê de ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve ji çalakiya 1'ê Gulanê ya Zurichê re hate şandin, hate ragihandin ku bi çanda berxwedanê û daneheviya dîrokî ya tevgerên kedê re sosyalîzm wê hîn bêhtir pêkan be. Her wiha hate destnîşankirin ku di bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de hewldana ji bo avakirina sosyalîzma demokratîk heye. Di peyamê de hate ragihandin ku têkoşîna sosyalîzma demokratîk a Rêber Apo di heman demê de xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1'ê Gulanê û îradeya mezinkirina wê ye.
Peyama ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve ji çalakiya 1'ê Gulanê ya Zurichê re hate şandin bi vî rengî ye:
"Dostên Hêja;
Birêz Ocalan silavên xwe yên germ ji kedkaran re şand ku ji çar aliyên cîhanê li hev kom bûne. Dîroka mirovahiyê di heman demê de dîroka kedê ye. Têkoşîna kedê ye. Li gel berdêlên giran, li gel êşên dîrokî ev têkoşîn û israr ji bo wergirtina maf û berdêla kedê ye.
Bi pêşengiya têkoşîna kedê çandeke gelekî cidî ya berxwedanê hate afirandin. Berdêlên gelekî giran hatin dayin. Ev hewldan ti carî kêm nema. Her roj hîn mezin bû û ti carî tawîz ji îdîaya xwe neda. Tevgera kedê bi danheviya xwe ya dîrokî û çanda berxwedanê sosyalîzm hîn pêkan kir. Hişmendiya bindestan a ji dîrokê ve gihîştiye vê serdemê, bi tevgerên çand, ekolojîst û femînîst ku hevparên wê yên îdeolojîk û hevalbendên bingehîn e, hîn bi pêş ve çûye.
Û Birêz Ocalan têkoşîna xwe ya 50 salî bi danheviya xwe ya dîrokî xurt kir û ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve îdîayeke mezin datîne holê. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku wî banga wê kir, pêvajoya avakirina sosyalîzma demokratîk e. Têkoşîna aştiyê ji bo azadiya civakî ye. Azadî jî bi perspektîfeke wekheviyê ya ji cihêrengiyan pêkan e. Li Rojhilata Navîn ku veguheriye gola xwînê û bi birçîbûn û xizaniyê hatiye mehkûmkirin, hewldana ji bo qada geş a azadî û demokrasiyê têkoşîna edalet û azadiyê ya hemû mirovahiyê ye. Ev pêvajo ne tenê ji bo hevgirtina wekhev û azad a gelên Kurd û Tirk e. Ewlehî û aramiya çand, nasnameyên cuda yên gelên herêmê ji xwe re dike armanc. Li hemberî polîtîkayên serdestan ên eciqandin, cihêkirin û dijminatiyê, perspektîfa afirandina yekîtiya demokratîk a gelan e. Li hemberî modernîteya kapîtalîst ku dijberê kedê, jinê, xwezayê û nirxên herî bi wate yên jiyana mirovan e, avakirina tifaqa enternasyonal a bindestan rêbaza bingehîn a feraseta azadî û aştiyê ye.
Têkoşîna kedê bi hişmendiya xwe ya çînî li ber qirkirina jinê, talankirina xwezayê, dijminatiya li penaberan, mêtingeriya li ser gelan û zilma li çand û baweriyan radibe. Têkoşîna sosyalîzma demokratîk ku azadiya jinê kiriye esasê xwe, xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1'ê Gulanê û hewldana mezinkirina wê ye.
Em bi serbilindî ji we re radigihînin ku Birêz Ocalan silav û hezkirinên xwe yên germ ji we dostên enternasyonalîst û hevrêyan re şandiye. Silav ji 1'ê Gulanê re ku di rojên azad de bi hev re bê pîrozkirin."
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Zurichê ku çalakî û pîrozbahiya herî mezin a Swîsreyê ye, beriya çend rojan nameyek ji Girtîgeha Girava Îmraliyê re şandibû û Rêber Apo weke axaftvanê sereke vexwendibû çalakiyê. Di nameya Komîteya Amadekar de işaret bi girîngiya paradîgmaya Rêber Apo, ked û têkoşîna wî ya ji bo pêkanîna aştiya civakî hatibû kirin.