1'ê Gulanê li Şengalê hate pîrozkirin
Şaredariya Gel a Şengalê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li bajarokê Xanesorê bi çalakiyekê pîroz kir.
Şaredariya Gel a Şengalê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li bajarokê Xanesorê bi çalakiyekê pîroz kir.
Şaredariya Gel a Şengalê bi beşdariya hemû kedkarên şaredariyê û hemû endamên rêveberiya xweser a Şengalê li Xanesorê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Beriya şahî destpê bike, Şaredariya Gel bi amadebûna welatiyan û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî wateya rojê daxuyaniyeke çapemeniyê bi ûnîformayên xwe yên kar da.
Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf ve hate xwendin û hate diyarkirin ku îro roja serî rakirina li ber kedxwariyê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: ‘‘Ev roja têkbirina ketxwarî û serî rakirina li ber wê ye. Kedxwarî bi destpêkirina zîhniyeta desthilatdariyê re destpêkiriye. Karker û kedkar mirovên herî zêde bi keda xwe jiyan dikinin, cîhanekî aram û aştiyane dixwazin. Lewma divê herî zêde kedkar û karker li dijî şer, pevçûn, zilm û zordarî û ne heqiyê derkevin. Ev sîstema desthilatdariyê li ser keda kedkar û karkeran ava bûye. Ev nîzam êrişê karker, kedkar û jinan dikin. Ev nizama desthilatdar ya dewletan civakê diperçiqîne, dike xulam û koleyan ava dike. Heman nîzame civakê lewaz dike, aboriyê qut dike û mihtacê xwe dike. Bi vî awayî nizama xwe bi kolekirina karkeran ava dike.”
Di dewamê de îşaret bi civaka Êzidî ku bi keda xwe jiyan dike hate kirin û wiha hate gotin: ‘‘Weke civaka Êzidî me bi hezarî salan bêyku mihtacê kesî bibin, bi keda xwe jiyan kiriye. Em bi hevkarî dayîna hev û keda xwe dijîn. Em niha têkoşîna aborî, wijdanî û exlaqî didin. Bi vê boneyê em roja têkoşîn û berxwedanê, roja xwe dibînin. Em weke gele Êzidî vê rojê weke roja xwe dibînin, ji ber em hemû kedkarin.
Wek Rêber Apo dibêje; ‘Ked azadiye.’ Mirovên kedkar mirovên bi wijdan û azad dijînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Em banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo, ji bo karker û kedkaran wekî şansek dibînin û ji bo vê pêvajoyê xebat dikin. Divê kedkar û karker cîhanê ji vê zordariyê xilas bikin. 1’ê Gulana 2025’an li hemû karker û kedkarên cîhanê û Şengalê pîroz dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî 1ê Gulan, Bimre zilm û zordarî, Bijî Aşîtî û Civaka Demokratîk‘ bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê li Baxçeyê Şehîd Dijwar bi gerandina govendê roja karkeran hate pîrozkirin.