PJAK: Têkoşîna kedê têkoşîna hemû civakê ya ji bo azadî û demokrasiyê ye
PJAK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 1'ê Gulanê de, destnîşan kir ku têkoşîna kedê ne tenê têkoşîna kedkaran e, têkoşîna hemû civakê ya ji bo azadî û demokrasiyê ye.
PJAK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 1'ê Gulanê de, destnîşan kir ku têkoşîna kedê ne tenê têkoşîna kedkaran e, têkoşîna hemû civakê ya ji bo azadî û demokrasiyê ye.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da.
PJAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar dike ku 1’ê Gulanê rojeke ji bo pîrozkirina têkoşîna bi rûmet a ji bo jiyanek azad û demokratîke, roja derketina li dijî zilm û hovîtiya sîstema sermayedar û modernîteya wê ya wêrankere.
Di berdewama daxuyaniya PJAK’ê de ev tişt hatin gotin: “Roja Karkeran ne tenê rojeke ji bo karkerane, di heman demê de ji bo hemû çîn û beşên civakê ye. Roja yekgirtin û piştgiriyê ye, bi armanca pêş xistina têkoşîna civaka demokratîk a li dijî çewisandina zilma sîstema desthilata dewletparêz e. Pîrozkirina roja cîhanî ya karkeran ne şahiyeke ji bo bo karker û guherîna ji bo koleyên modern e. Şahiyeke ji bo rizgarbûna ji hemû cûre çewisandinên sîstem û dewletaye ku bi sîmayek lîberalî hemû tişt desteserkirine. Temamî civakê û bi taybetî jî karker bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ye. Di vê têkoşînê de karker ne bi tenê ne. Pêwîste jin û ciwan di rêzên pêş de bin ta ku civakek azad û demokratîk ava dikin.”
PJAK’ê, da xuyakirin ku karker hêzeke dikarin bibin parêzerê jîngehê, lê ev yek bêy azadiya wan nikare pêk were û hat gotin, “Vegerandina maf û azadiyên karkeran tê wata azadkirina jîngehê û rizgarkirina ji tinebûnê.”
PJAK di dawiyê de jî ev bang dike, “Em bang li gelê Kurd, karker, kedkar, jin û ciwanan dikin ku têkoşînê berfireh bikin û çalakiyan li ser bingeha azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bigihînin lûtkeyê. Karker li beramberî hêza desthilatxwaz hêza avakirina jiyana azad in. Hebûna hemû karker û beşên civakê ya li qadan bi gihiştina azadî û demokrasiyê re pêkan e.”