Kurdan di cejnê de serdana goristanan kirin

Li bajarên Kurdistanê, welatî bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn goristanan û serdana ewladên xwe kirin.

Li bajarên Kurdan, welatî bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn goristanan û serdana ewladên xwe kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, piştî Nimêja cejnê gel serdana goristanan kir. Şêniyên bajêr danê sibehê berê xwe dan goristanan. Herî zêde serdana Goristana Serê Solanê hate kirin, ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li vir hatine veşartin. Di serdana goristanan de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê Colemêrgê yê HDP'yî Nîhat Akdogan û rêveberên HDP û DBP'ê jî amade bûn. Guven cejna malbatên li goristanê pîroz kir û li vir axivî.

Guven di destpêka axaftina xwe de cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel, hevserokên xwe û parlamenterên pîroz kir û got, "Digotin tiştekî bi navê Kurd nîne. Lê belê şehîdên me yên leheng Kurdîtî nîşanî tevahiya cîhanê dan. Em minetdarê wan e. Gelê Colemêrgê heta niha bi keda xwe nîşan da bê gelekî çiqasî leheng e. Ji me xwestin ku em serî li ber wan bitewînin. Lê belê Kurd ti carî serî natewînin."

AMED

Cîgirê Hevserokên HDP'ê Ahmet Yildirim, parlamenter Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier û gelek endamên partiyê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û Cejna Qurbanê serdana gora Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin kirin, ku sala 1991'ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû kuştin. Birayê Aydin Veysî Aydin li vir peyivî û xwest, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û Cejna Qurbanê bibe wesîle ji bo aştî û demokrasiyê. Aydin got, "yekane daxwaza me azadî ye."

Parlamenterên HDP'yî piştre çûn taxê Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û cejna şêniyên van taxan pîroz kirin.

Gel li Goristana Yenîkoyê jî serdana gorên gerîlayên PKK'ê kir.

ŞIRNEX

Li gundê Roboskê ya navçeya Qileban a Şirnexê, di êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk de 34 Kurdistanî bi hovane hatibûn kuştin. MalbatênRoboskeyî di Cejna Qurbanê de çûn ser gorên xizmên xwe û dia kirin. Di merasîma cejnê ya li ser goristanê de bi sedan welatî cih girt. Jinan cilên reş li xwe kirin û li ser gorên xizmên xwe dia kirin.

Malbatan eşkere kirin ku ew bi salan e li ser gorên xizmên xwe hêsiran dibarînin û xwestin kujerên zarokên wan bên cezakirin. Malbatan bal kişand ser 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî û xwestin xwîna ku tê rijandin raweste û mirov bes bên kuştin.

Malbatan piştî li ser goristanê dia kirin û cejna hev pîroz kir, ji goristanê vegeriyan.

WAN

Malbatên gerîlayên YPG, HPG û YJA-STAR'ê çûn serdana gorên zarokên xwe û ji bo wan dia kirin û xêr belav kirin. Şehîdgeha li taxa Karşikakayê ya Wanê, di roja destpêkê ya cejnê de di saetên serê sibehê de tije bû. Wekî her cejnê di vê cejnê de bi sedan welatî çûn serdana gorên zarokên xwe û li ser wan hêsir barandin. Malbatan aşkera kir ku êşa wan wekî roja destpêkê hêj nû ye, ji ber ku her cejnên wan bi vî rengî derbas dibe, pir bi dilêş in.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, gel di roja destpêkê ya cejnê de serdana goristanê kir. Bi sedan kesên serdana goristanê kirin, gor av dan, dia kirin. Malbatên ku serdana gorên endamên HPG, YJA Star û YPS'ê kirin, demeke dirêj li vir man, bîskuvî, loqim û şekir li zarokan belav kirin.

RIHA

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo cejna welatiyan pîroz bike çûn navçeya Wêranşarê ya Rihayê û bi gel re hatin gel hev. Piştî gelek kes li avahiya partiyê li hev civiya, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî di nav de, gelek rêveberên partiyan re derbasî navenda navçeyê bûn û li taxan bi malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re hatin gel hev û cejin pîroz kirin. 

STENBOL

Li taxa Geziyê ya navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê jî Elewiyan di cejnê de Cem gerandin. Berî Cemê welatiyan di navbera xwe de nîqaş kirin û girîngiya Cejna Qurbanê ya ji bo elewiyan anîn ziman. Piştî nîqaşan Serokê Desteya Rêvebir a Mala Cemê Hidir Karataş axaftinek kir. 

Karataş cejna welatiyan û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku ew bi tesadufeke gelekî baş re rû bi rû hatine û ji bo gelên cîhanê jiyaneke bi aştiyane xwest. Karataş piştrast kir ku kapîtalîzm ji bo mêtingeriya xwe, xwişk û birayan bi hev dide kuştin û got, welatên kapîtalîst şer li ser tevahiya cîhanê ferz dikin. Karataş diyar kir ku di serî de li taxa Geziyê, divê her kes ji bo aramî û aştiyê têbişkoşin bide û wiha pê de çû: "Divê em li taxa Geziyê dest pê bikin û ji bo em bibin dengê dayikan, em ji bo aştiyê têbikoşin. Divê em civaka Sunî, Elewî, gelên Kurd, Tirk, Çerkes, Ereb, Laz û Gurcî bi hev re jiyanê ji nû ve bihûnin."

Piştî Cemê welatiyan hev du hembêz kir û cejna hev pîroz kirin.