Kongreya Meclîsa Xweser a Şengalê dewam dike

2. Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi axaftina delegeyan dewam dike. 

Tevî 400 delegeyên ji Şengal, Rojava, Ewropa, Ermenîstan, Rûsya û Kampa Newroz, fermandarên YBŞ, YJŞ’ê û endamên Asayîşa Êzîdxanê, nûnerên hemû sazî û rêxistinên Şengalê li kongreyê amade ne.

Di destpêka kongreyê de Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axivî û bibîr xist, ku meclîsa wan beriya 2 salan hatiye avakirin û got, "Ev du sal in endamên meclîsê xebatek bê hempa li gorî hêza xwe ji bo gel kir. Bi îradeya gelê Êzidî yê ku di şertên herî zehmet de li ber xwe dide em îro kongreya xwe ya duyemîn pêk tînin."

Li ser navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî peyameke nivîskî ji kongreyê re hate şandin û ji aliyê endama Tevgera Jinên Azad ên Şengalê (TAJÊ) Pelda Şengalî ve hate xwendin.

Pişre li ser navê Fermandariya YBŞ'ê Dijwar Feqîr axivî û kongreya duyemîn li her kesêna made û civaka Êzidî pîroz kir. Feqîr bal kişand ser kongreya yekemîn a avakirina Meclîsê, ku şehîd û fermandarê YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan jî lê amade bû. Feqîr got, "Mixabîn îro ew şehîdê Êzidxanê ye û ne di nava me de ye. Lê israr û berxwedana wî ji bo hêza me bû bingehek xurt ku em dikarin îro beramberî hêza herî hov a çeteyên DAIŞ'ê têbikoşin."

Feqîr her wiha bang li hemû hêz û komên Êzidiyan kirin ku bi hevre fermandariyek hevbeş a Êzidiyan ava bikin û Êzidxanê ji tevahî êrîşên hundir û derve biparêzin.

Piştî Feqîr jî, li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Axîn Întikam axivî û kongre li gelê êzidî pîroz kir. Întikam got: "Me îro wekî jinên Şengalê xwe îspat kir û em li ser lingên xwe sekînin. Bê ku em pişta xwe bidin hêz an kesek din. Me tenê piştgirî ya xwe û baweriya xwe dan gelê xwe yên ku heya vê kêliyê di Şengalê de berxwe didin."