Kongreya Şengalê piştî nîvro berdewam dike

2. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî navbera nîvro careke din dest pê kir. Axaftin berdewam dikin. Tê payîn wê piştî nîvro hevserok û cîgirên wê werin hilbijartin.

Kongreya tevahî civaka Êzidî ya cîhanê li çiyayê Şengalê danê sibehê hatibû destpêkirin, piştî nîvro bi amadebûna 400 delegeyan, bi diruşmeya, “Ji bo avakirina Şengaleke nû Rêveberiya Xweser esas bigirin” carek din berdewam dike.

Her wiha Berdevkê Têkiliyên Derve yê YBŞ’ê Seîd Hesen li ser pêşketinên siyasî û dîplomasî yên Şengalê û bandorê wê ser civaka Êzidî nirxand û Hesen wiha berdewam kir: “Divê em civaka Êzidî xwedî li hêza xwe derkevin. Ji ber ku ger îro hêza YBŞ û YJŞ’ê li ser rûyê erdê nebûya me nedikarî ev 3 sal li çiyayê Şengalê bijîn. Tevî ku em xwe hemwelatiyên Îraqê jî dibînin jî, em nabin parçeyek ji leyîstokên navbera du mezhebên ku bi hezaran sal in nakokî di navbera wan de hene. Rexmê ku bi salane metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ser civaka me hebû, lê artêşa Iraqê çekên giran radestî hêzên me nekirin, lê piştî gundên derdora Şengalê ji aliyê Heşd El-Şebî ve hatin rizgar kirin, niha çekên giran radestî hin komên Êzidî kirine. Em ne li dijî wê ne Iraq çekan bide komên Êzidiyan, lê  pêwîst e em bizanibin armanca radestkirina çekan a van koman ji bo çi ye?”

Li ser navê Mala Êzidiyan a bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Ziyad Rûstem wekî delege beşdarî vê kongrê bûye û destpêkê kongre li Êzidiyan pîroz kir û Rûstem destnîşan kir ku tenê 3 tişt ji bo civaka me pêwîst e û ev tişt jî ev in: “Xweparastin, em gelê xwe rêxistin bikin û karibin asta civaka xwe pêş bixin, ev jî bi perwerdekirinê misoger e.”

Li ser navê Meclîsa Diyasporayê a Ewropa Beşîr Êzidî  axivî û diyar kir ku ew ê wekî meclîsa derve ya Êzidiyan heya dawî xebatê ji bo Şengaleke azad bidin meşandin.

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî Diyasporayê Gulnaz Yûsûf axivî û ragihand ew kêfxweş in ku îro jinên Êzidî yên Şengalê heta radeyekê xwe pêş xistine û ev jî ji bo jinên Êzidî yên Ewrûpayê dibe moral û coş.

Rapora kar û xebatê ya 2 salan a Meclîsa Avaker a Şengalê bi zimanê  erebî ji aliyê Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê ve hate xwendin.

Piştî xwendinê nîqaşên berfireh li ser raporê tên kirin. Nîqaşên ser raporê berdewam dikin.