Kongreya 2. a Tevgera Azadî dest pê kir
Kongreya 2. a Tevgera Azadî li Silêmaniyeyê dest pê kir.
Kongreya 2. a Tevgera Azadî li Silêmaniyeyê dest pê kir.
Kongreya 2. a Tevgera Azadî li Salona Konferansê ya Derîn dest pê kir. Nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û 300 delege li salona kongreyê amade ne.
Alîkarê Hevserokên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkê li ser kongreyê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku ew dixwazin hê bi xurtî dest bi pêvajoya nû bikin. Kerkûkî got, "Hem ji bo çareserkirina krîzên li Başûrê Kurdistanê, hem jî bi yekîtiya neteweyî re ji bo bidestxistina destketiyên xurt ên Kurdan li Rojhilata Navîn, em vê kongreyê girîng dibînin."
Kerkûkî da xuyakirin, ku kongre wê du rojan bidome û hemû delege wê nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin.