Kongreya 2. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest pê kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi beşdariya delegeyên ji çar aliyên cîhanê û gelek Êzidiyan, dest bi kongreya xwe ya duyemîn kir.

Bi sedan Êzidî û delegeyên ji çar aliyên cîhanê, ji bo tevlî kongreya 2. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin, li çiyayê Şengalê li hev civiyan.

Kongreya 2. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma "Ji bo avakirina Şengaleke nû, rêveberiya xweser esas bigirin" dest pê kir.

Li konê ku kongre lê tê lidarxistin, pankartên bi nivîsa "Jina Êzidî li Şengalê misogeriya rêveberiya xweser e", "Rêber Apo çavkaniya jiyana me ya azad e" hatin daliqandin. Her wiha wêneyên têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Kongre bi beşdariya 400 delegeyî dest pê kir. Delege ji tevahî sazî û rêxistinên Şengal û Kampa Newrozê û Mala Êzidiyan a Rojava, Ermenîstan, Rûsya û Ewropayê pêk tê.

Tê payîn, kongre heta danê êvarê dewam bke û hevserok û cîgirên melîsê werin hilbijartin.