KONGRA-GEL ji bo 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan re bang kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê diyar kir ku 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan e û ji bo tevlêbûna çalakiyên girseyî yên di 11’ê Kanûnê de bang kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li her dera dinyayê tevlî çalakiyên di 11’ê Kanûnê de bibin.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wisa ye:

“Hêzên serwer ên ku ax û gelê Kurdistanê parçe kirine û Kurdistan kirine mêtingeh, ji bo serhildanên Kurdan werin têkbirin her cure piştgirî dane dewleta Tirk. Ev hêzên serwer di heman demê de berpirsên şertên taybet ên li Rêber Apo yê li Girava Îmraliyê ye. 

Di rapora CPT’ê de hatiye diyarkirin ku pergala Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Konseya Ewropayê û mafên mirovan ên navneteweyî ye lê dîsa jî ji ber toleransa Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hikumeta Tirk heta niha tu gav neavêtiye û şertên tecrîda giran û zextan ên li Îmraliyê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetir kiriye.

Ji ber çalakiyên zêde yên gelê me û dostên me û ji ber serlêdana hin saziyên civaka sivîl Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê xist rojeva xwe û li ser wê nîqaş kir û heta dawiya Îlona 2022’an dem da Tirkiyeyê. Ligel ku li Îmrali û zindanên din binpêkirinên giran ên mafên mirovan hene, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê toleransa xwe ya li hemberî Tirkiyeyê hê jî didomîne.

Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ku li ber hilweşandinê ye, li hemberî gelê me şerekî giran daye destpêkirin û gelê Kurd û Tirk di serî de li hemû herêmê dibe sedema hilweşandinên giran.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û herêmê Rêber Apo xwedî roleke sereke ye. Azadiya Rêber Apo tê wateya çareserkirina van pirsgirêkên giran û tê wateya ku wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêk were. Ji bo ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di serî de li ser saziyên navneteweyî zexta raya giştî pêk were, divê di vê pêvajoyê de çalakiyên afirîner were kirin.

Înîsiyatifa Azadî Ji Abdullah Ocalan re 12’ê Kanûnê wekî 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan a Cîhanê îlan kiriye. Ji ber vê jî 10’ê Kanûnê firsendeke mezin e. Divê bi awayekî xurt em tevlî van çalakiyên bi vê wesîleyê bibin û azadiya Rêber Apo têxin rojeva raya giştî.

Çalakiyên girseyî wê di 11’ê Kanûnê de roja Şemiyê were kirin. Divê gelê me û dostên me tevlî van çalakiyan bibin ên ku wê li her dera cîhanê werin lidarxistin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku, em bi coşeke mezin 10’ê Kanûnê Roja Azadî Ji Abdullah Ocalan  pêşwazî bikin, hêzeke xurt ava bikin û li ser Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî zextan ava bikin.”