KONGRA-GEL: Em bi Newroza bi heybet bersiva neyaran bidin

KONGRA GEL di peyama xwe ya Newrozê de bal kişand ser gefên li ser Rêberê Gelê Kurd û destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe derfeteke mezin ku gelê Kurd deriyên Îmraliyê veke. Banga "Em bi Newroza bi heybet bersiva neyaran bidin" hate kirin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo û hemû girtiyên azadiyê, li gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn, li hevalên di çeperên cûrbecûr de gel û welatê xwe diparêzin pîroz dikin."

Peyama KONGRA-GEL wiha dewam kir:

"Em bi wesîla Newroza îsal di serî de Heval Mazlum Dogan, Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û şehîdên Newrozê hemûyan bi rêzgirtin bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.

'NEWROZA ÎSAL BI COŞA SERKETINA GARÊ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN'

Gelên Kurdistanê Newroza îsal bi coşa serketina Garê pêşwazî dike. Dewleta Tirk neyarê sereke yê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li Heftenîn û li Garê derbên mezin xwar û konsepta wê ya şerê teknîkê ji aliyê gerîla ve hate têkbirin.

Desthilatdariya faşîst AKP-MHP'ê ji ber ku bi konsepta şerê teknîk li hemberî HPG'ê encam negirtin, niha jî bi nûçeyên derbarê jiyana Rêber Apo gefên xwe li gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê dike.

'NEWROZ DIVÊ BIBE WESÎLEYA BERSIVA LI GEFÊN FAŞÎZMA DEWLETA TIRK'

Ji ber vê yekê ji bo gelên Kurdistanê, Newroz pêwîst e bibe wesîla bersiva gefên faşîzma dewleta Tirk. Rêber Apo Kurdên azad û gelên Kurdistanê wekî 'Gelê Newrozê' bi nav kir. Ji ber vê yekê jî pêwîste gelên Kurdistanê ji her demê bêhtir bi tevlêbûneke girseyî, hezkirin û girêdana xwe ji Rêber Apo re diyar bike û bi vî awayî mesaja xwe bide hemû aliyan. Ji ber vê yekê jî bi taybetî di vê pêvajoyê de tevlêbûn û pîrozbahiyên Newrozê pir girîng e.

'RÊBER APO XETA SOR A GEL Û TEVGERA ME YE, MIJARA HEBÛN Û NEBÛNÊ YE'

Rêber Apo xeta sor a gelê me û Tevgera me ye, ji bo me mijara hebûn û nebûnê ye. Ji bo ku malbat û parêzer yekser Rêber Apo bibînin û agahdariyeke rast bidin gelê me, pêwîst e zexta raya giştî bi hêz be û ev hêz bikaribe derê Îmraliyê veke. Ji ber vê yekê jî pîrozbahiyên Newrozê ji bo gel û dostên me derfeteke mezin e.

Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li welat û derveyî welat wê bibe wesîla bilindkirina pêngava 'Dema Azadiyê'. Em gelên Kurdistanê bi hemû awayî deyndarên Rêber Apo ne. Di şexsiyeta Rêber Apo de tecrîd û êşkence li ser gelên Kurdistanê tê meşandinê. Bi hemla 'Dema Azadiyê', em vê zulmê re dibêjin êdî bes e.

'DEWLETA TIRK ÇI BIKE JÎ WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LI TÊKÇÛNA PERGALA FAŞÎZMA XWE BIGIRE'

Pergala faşîst a 100 salan a dewleta Tirk, ji ber berxwedana Rêber Apo û Tevgera Azadiyê û ya gelê me, di nav qeyraneke pir mezin de ye. Neçariya xwe ya li hemberî HPG'ê, dixwaze bi êrişên li ser gel û HDP’ê veşêre. Lê belê dewleta Tirk êdî her çi bike nikare têkçûna pergala faşîzma xwe bide sekinandinê. Ev dem, êdî dema têkçûna faşîzmê ye, dema azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê ye. Encamên têkçûna pergala faşîst a dewleta Tirk, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê çareserî û ji bo gelên herêmê jî deriyê demokrasiyê vedike.

Li ser vê bingehê em têkoşîna gelê xwe bi dil û can silav dikin, car din Newroza gelên Kurdistanê pîroz dikin, ji bo gelê xwe serketinên mezin dixwazin."