KONGRA-GEL: Em bi gelê Şengalê re di nav piştevaniyeke xurt de bin

KONGRA-GEL diyar kir ku PDK yekser berpirsiyarê êrişa li ser Şengalê ye û ev bang li gel kir, “Divê em bi gelê Şengalê re di nav piştevaniyeke xurt de bin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hat gotin, “Ji ber şehadeta Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, em sersaxiyê ji malbatê, ji Rêveberiya Xweser a Şengalê, hi gelê Şengalê û ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Em êrîşê bi hêrs û tundî şermezar dikin."

'PDK YEKSER BERPIRSYAR E'

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de her wiha qala van tiştan hate kirin: “PDK a ku Başûrê Kurdistanê bi temamî radestî dewleta Tirk kirî, di heman demê de berpirsyarê vê komkujiyê ye. Ya ku dewleta Tirk û PDK'ê naxwazin fêm bikin ev e ku tu êriş nikare vîna azadiyê ya gelê Kurd bişkîne, berovajî her şehadetek kîn û hêrsa Şengaliyan mezintir dike. Gelê Şengalê ku ji bo azadiya xwe li dijî DAÎŞ’ê berdêlên giran dane, wê têkoşîna xwe ya li dijî hevkarên DAÎŞ’ê dewleta Tirk û PDK’ê xurtir bikin û bidomînin.

BANGA JI BO GEL

Banga me ji gel û dostên xwe re ev e ku pêwîst e em bi gelê Şengalê re di nava piştevaniyeke xurt de bin. Bi teşhîrkirina hevkariyên dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê yên di van qetlîaman de, pêwîst e em raya giştî bi hestiyar bikin û ji bo ku saziyên navneteweyî li dijî terora dewleta Tirk bikevin nava tevgerê lazim e pir bixebitin.”