'Konferans ji bo tifaq û pêkvejiyanê hate lidarxistin'

Beşdarên 'Konferansa Êzidî li paşeroja xwe digerin" diyar kirin ku bi rêya konferansê wan xwestine yekîtiya xwe xurtir bikin û warê xwe bi hev re ava bikin.

4’ê Tebaxê bi boneya 6’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê li Şengalê bi dirûşmeya “Êzidî li pêşeroja xwe digerin” konferanseke berfireh hat lidarxistin. Konferansa ku cara yekemîn ewqas berfireh û xwedî naverokeke dewlemend pêk hatî, bi beşdarbûna nûner û rayedarên sazî û dezgehên Şengalê, nûnerên sazî û rêxistinên derve û gelek kesayetiyan hat lidarxistin. Dîsa rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedarên ji Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê û ji Ewropayê bi rÊya telekonferansê tevlî konferansê bûn.

Ji beşdarên konferansê nûnerê Şiayên Herêma Şengalê Seyîd Mehmûd Erecî û nûnerê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Dawûd Cindî di derbarê armanca tevlîbûna xwe ya konferansê û naveroka wê de ji ji ajansa me re axivîn.

Seyîd Mehmûd Erecî kêfxweşiya xwe ya pêkanîna konferanseke wiha ya ji bo ji nû ve avadaniya Şengalê û xelkê Êzidî anî ziman û wiha pêde çû: “6 sal berê karesateke mezin di serê miletê me de hat. Em qurbanî û şehîdên vê komkujiyê bibîr tînin û dibêjin xwedê wan birehmîne. Em li vê derê li hev civiyane ku rewşa civaka xwe ya ji ber vê karesatê derketî holê û paşeroja wê ka wê çawa bijî nîqaş bikin,  binirxînin, çareseriyê jê re peyda bikin.

Konferansa me ya ku li ser gotûbêja pêşeroja xelkê me yê Êzidî ye, ka em ê çawa xelkê me yê ji ber vê hovîtî û keraseta di serê wan de hatî û berbelavî cîhanê bûyî ji nû ve vegerin ser xaka xwe û li ser erda xwe bijîn.

Em hemû aliyên li Şengalê dijîn îro nîqaş dikin ka em ê di herêma Şengalê de çawa û li ser çi esasî bi hev re bijîn, wê têkilî û hiqûqê me yê bi hev re, bi hikumeta navendî ya Iraqê re li ser çi esasî be nîqaş dikin.

Bi fermanê re hem karesateke mezin di serê xelkê me yê Şengalê de hat, hem jî avadaniya herêmê bi giştî hat têkbirin û hilweşandin. Heta niha ti destê alîkariyê ku civaka me ji nû ve birînên xwe bipêçe û ji xwe re pêşerojekê deyne  ji aliyên berpirsyar ve nehatiye kirin. Ne ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê ve, ne jî sazî û rêxistinên navneteweyî ve ti alîkarî û xizmetek nehatiye kirin. Em bang li van hêz û aliyan dikin ku rojek berê rojekê berpirsyariya xwe ya li heberî xelkê Şengal binin cih ku ji nû ve xwe avadan bike.”

Nûnerê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê Dawûd Cindî jî bal kişand ser giringiya pêkanîna konferanseke bi vî awayî û diyar kir ku pêwîstî bi civîn û şêwreke wiha hebû ku civaka Êzidî  pirsgirêkên xwe nîqaş bike, binirxîne û çareseriyan jê re bigere. Cindî wiha pêde çû: “Em jî di salvegera 6’an de qurbanî û şehîdên komkujiya 3’ê Tebaxê bibîr tînim û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim.

Ligel ku ev 6 sal li ser vê komkujiyê re derbas bûye jî hêj ji bo ku xelkê me birînên xwe bipêçin tu xizmet ji Şengalê re nehatiye kirin, pêngaveke sererast nehatiye avêtin. Hikumeta Iraqê heta niha ti berpirsyariyên xwe yên li hemberî miletê Êzidî û Şengalê pêk neaniye.

Me bi vê konferansê xwest ku çend aliyên siyasî, leşkerî û îdarî li hev bicivin û li ser meseleya Şengalê raya xwe bi zelalî diyar bikin ku pêngavek bê avêtin. Di warê pirsgirêkên Şengalê de pêşketinek pêk bê. Bibe sedema pêkhatina tifaqa xelkê Şengalê ku yekîtiya xwe çêkin û kêşeyên xwe bi yekdestî û hevkarî çareser bikin.”