Konê sersaxiyê yê Merwan Bedel: Laş parçe bibin jî serî nayê tewandin

Di konê sersaxiyê de yê ji bo şehîd Merwan Bedel hate vedan, xelkê Şengalê diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û peyama mezinkirina têkoşînê dan.

Ji bo bîranîna ji pêşengên Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel, ku 7'ê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan.

Şengaliyan sê rojan bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê kirin, ku li ber mala malbata şehîd Merwan Bedel hatibû vedan.

Ji hemû saziyên rêveberiya xweser, oldar, eşîr û xelkê gundewarên Şengalê, gelek kes kom bi kom serdana konê sersaxiyê kirin.

Merasîm bi pêxistina çirayan ji bo şehîd Merwan Bedel, ji aliyê dayika wî Xoxê Cindî destpê kir û bi axaftinan û sînevîzyonê dewam kir.

Li ser navê YJŞ-YBŞ'ê, malbatê, Rêveberiya Xweser û TAJÊ hate ragihandin, ku ew ê her li ser şopa şehîdan bin û peyama mezinkirina têkoşînê dan.

Ji Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întiqam li konê bîranînê axivî û destnîşan kir ku her zarokekî Êzidxanê wê Merwan Bedelek be.

Axîn Întîqam got, "Xelkê Êzidî xwedî doz e, xwedî keramet e. Ji qudreta Êzidxana pîroz weke pêşengekî li vê dozê pêşengî kir. Dema dihate xwestin, bi her rê û rêbazên têdikoşiya. Vaye bi hezaran li pey hevalê Dijwar in. Ev milet ne bê xwedî ye. Em bûne xwedî doz û têkoşîn ku me bi hezaran di ber vê dozê de serî dane. Laş parçe jî bibe Êzidiyekî bi tenê wê serî netewîne. Bila dijminê me vê baş zanibe. Bila xayin û xwefiroş baş zanibin. Êzidiyên xwe difiroşin, yên ku destê wan di bêrîka dijmin de ye û van îstîxbaratan didin, bûne dûvikên dijmin, yên ku çavên wan bi pereyan tijî kirine bila vê baş zanibin: Her roj laşekî me parçe bikin em ê serî netewînin. Serî li ser laşê parçekirî nayê tewandin. Hevalê Dijwar ne tenê serê xwe da, mal û hal û her tiştê xwe da. Ji ber ku zanî dozeke rast e. Em Êzidî bin em bi vê dozê hene. Em bi Êzidiyatiya xwe, bi şeref û rûmeta xwe li ser vê axê em ê azad bijîn. Em tenê bangê li miletê xwe dikin, em bangê li xayin û dijminan nakin. Xwedîderketina li hevalê Dijwar, xwedîderketina li doza Êzidxanê ye. Hevalê Dijwar dozek ji bo me da destpêkirin. Bi hezaran şehîdên di vê oxirê de canê xwe dan, vaye em jî li pey wan e, em jî fedayî ne. Em ê li pey qehremanên xwe bin. Rêya me wê heta azadiya miletê azadî, bi rehetî li ser xaka xwe bijî wê dewam bike."