Komîteya Malbatên Şehîdan: Em li ser şopa hevrê Zulkuf Gezen in

Komîteya PKK’ê ya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan re ji bo Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî got ku “Em ê tola şehîdan bistînin û em ê alaya Kurdistana Azad li Sûrên Amedê li ba bikin.”

Komîteya PKK’ê ya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan re ji bo Zulkuf Gezen ê ku di Girtîgeha Tekîrdagê de bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji malbata Şehîd Gezen a hêja û birûmet re

Heval Zulkuf Gezen, di sala 1987’an de li warê qedîm, li Sûra Amedê ji dayik bû. Di sala 2007’an de li bajarê xwe yê dagirkirî li dijî polîsên dagirker çalakiyek fedayî kir û di encamê vê çalakiyê de hat dîlgirtin. Di nozdeh saliya xwe de, di dadgeha dagirkeran de helwesteke wekî ya Mazlûm Dogan raber kir û got; “Hûn nikarin hesap ji min bixwazin. Ji xeynî gelê Kurdistan û PKK’ê tu hêz û qawet nikare hesap ji min bixwaze.” Dadgeha dagirker sê caran cezayê muebbet lê birî.

Heval Zulkuf Gezen; diwanzdeh sal in, di zindanên dagirker de bû. Di 1’ê Adarê de tevlî çalakiya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ bû. Di 16’ê Adarê de jî bi çalakiyeke wekî ya Mazlûm Dogan dawî li jiyana xwe anî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de em dibêjin; serê Rêber Apo, serê malbata şehîd û yê gelê Kurdistanê sax be!

Gelê ku pîroztiyên xwe ava nekirine, mezin nekirine û ne parastine, ji gel zêdetir şikêra mirovan e. Axa ku bi pîroztiya xwîna şehîdan nehatibe strandin ne qayîm û mayînde ye.

Gelên Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo binyata têkoşîna azadiyê bi xwîna şehîdên xwe straye û heta roja me aniye.

PKK, li ser xwîna şehîdan ava bûye, bi şehîdên xwe mezin bûye û wê bi şehîdên xwe jî bi ser bikeve.

Şehîdên pêşeng ji bo serkeftina pêvajoyan,her dem bûne ruhê serkeftinê. Pêvajoya Vejînê ya Mazlûm Doganan pêşengtiya wê kiriye, ji bo gelê Kurdistanê çi wateya xwe hebe, şehadeta Zulkuf Gezenan jî ji bo pêvajoya serkeftina gelê Kurdistanê xwedî heman wate û girîngtiyê ye.

Heval Zulkuf Gezen, bi şehadeta xwe ya fedaîyane peyama serkeftina çalakiyên; “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” îlan kir. Em heval, alhilgir û şopvanê şehîd diyar dikin ku ev peyam ji bo me bûye ferman. Em careke din soz û sonda xwe dubare dikin û dibêjin ku em ê tola şehîdan hilînin û em ê alaya Kurdistana azad li Sûrên Amedê li ba bikin.”