Komîteya Azadiya Ocalan: Divê CPT’ê peywira xwe bi cih bîne

Komîteya Azadiya Ocalan ji bo ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkeve rojevê bang li CPT’ê kir.

Îro piştî nîvro Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Salona Tewar ya bajarê Silêmanî derbarê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Berpirsê Komîteya Azadî Ji bo Ocalan, Rêkewt Îsmaîl daxuyanî xwend û qala van tiştan kir: “Dewleta dagirker a Tirk û hevalbendên wan bi girtina Ocalan xwestin Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurd li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê tasfiye bike. Ew di vê biryarê û gavavêtinê de têk çûn û pêşbîniyek rast nekirin. Rihê berxwedanê bi awayekî berçav zindî bû.”

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ragihand ku wan heya zêdeyî 10 milyon îmze ji bo azadiya Ocalan pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine.

Daxuyaniya Komîteyê wiha berdewam dike: “Ji sala 2011’an ve parêzerên Ocalan daxwaza hevdîtina li gel wî dikin. Heya niha 762 car daxwaza hevdîtinê hatiye redkirin. Ev nayê qebûlkirin û dibe sedema hêrsa gelê me. Ji ber vê çendê jî em dixwazin Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) dawî li vê rewşa neqanûnî bînin û ji bo Ocalan bixebitin.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku êdî dawî li vê rûreşiyê bînin û weke erka exlaqî û mirovî bi vî karî rabin. Em ji dewleta Tirk re jî radigihînin ku wan di operasyonên xwe yên binkeftine de ji derveyî şikestin û têkçûnê, ti tiştek bi dest nexistine. Israra di zîndanîkirina Ocalan û berpirsên din yên Bakurê Kurdistanê de jî ji derveyî nexweşî û ne aramiyê tu tiştekî li Tirkiyeyê zêde nake.”