Komeleya Hêvî li Kerkûkê li zarokan xelata karneyan belav kir

Komeleya Hêvî, li Kerkûkê li dibistanên seretayî ji bo xwendekarên serkeftî xelata karneyan belav kir.

Komeleya Piştgiyra Hêvî ya ku xebatan li Başûrê Kurdistanê dide meşandin, li Kerkûkê xelat li xwendekarên serkeftî yên dibistana seretayî belavkirin. Li Kerkûkê ya ku dema xwedinê kete betlaneyê, li du dibistanên welatiyên hejar lê dixwînin, ji bo xwendekaran pêwîstiyên xwendinê pirtûk, lênûs û pênûs hatin belavkirin.

Serokê Komeleya Piştgiriya Hêvî Mihemed Nerîman li gel endamên komeleyê û malbatên mexdûrên şer di saetên sibehê de serdana Dibistan Seretayî ya Şadan kirin, xelat dan xwendekarên serkeftî. Nerîman ê li vir axivî, diyar kir ku armaca wan ew e ku xwedekarên ku bikevin betlaneya havînê kêfxweş bikin û serkeftinên wan xelat bikin.

Endamên komeleyê di saetên şevê de li Dibistana Seretayî ya Ezman xelat dan xwendekarên serkeftî. Rêvberê dibistana ku xwendekarên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî lê perwerdehiyê dibînin jî, spasiya Komeleya Hêvî kir, hêvî kirin ku ev helwesa ji bo hemû komeleyên din bibe nimûneyek.

Piştî xelatdayîna xwendekaran û şûnde rêveberiya dibistanê, plaketa spasiyê pêşkêşî Komeleya Hêvî kir.