Komalên Ciwan bang kir: Li Xakurkê bibin 'mertalên zindî'

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li Xakurkê 'êrîşeke berfireh a dagirkeriyê ye' û bang li ciwanan kir ku bibin mertalên zindî.

Koordînasyona Komalên Ciwan der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, divê helwesta herî radîkal bê nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, " Êrîşên li ser Xakurkê ku bi salana bênavber ji aliyê dewleta TC a metînger û rejîma wê ya faşîst a AKP-MHP'ê ve tên kirin ku neyarê sondaxwarî ya Kurdan û Kurdistanê ne, gihiştiye lûtkeyê. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku nûnertiya dawî ya ji kevneşopiya dewleta TC a metînger e, hemû polîtikayên xwe li ser înkar û tinekirina Kurdan dimeşîne. Ji destketiyên gelê Kurdistanê yên ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re misoger bûne re faşîzma AKP-MHP'ê xwe ranagire û bi salane ji ber ku ev desketiyên Kurdan mayînde dibin ketiye di nava tirseke mezin de. Ji ber vê yekê li dijî gelek herêmên Kurdistanê êrîşên dagirkirinê dimeşîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta TC a mêtinger bi alîkariya şebekeyên hevkarê xwe êrîşên dagirkeriyê dike û hate gotin, " Êrîşên li Xakurkê ne êrîşa yekem a dagirkeriyê ye ne jî ya dawî ye. Di vê êrîşa 30'mîn a dagirkirinê de pêywendiya qirêj a AKP û KDP'ê bi şêwazekî pir zelal derketiye holê. Êrîşên ku li qada Bradostê tên kirin pêwîste wisa bi hêsan neyên dîtin. Serdestiya dewleta TC a mêtinger li herêma Bradostê tê wateya metirsiya dijî hemû destketiyên Başûrê Kurdistanê. Dewleta TC a mêtinger êrîşên dagirkirinê, wekî Efrînê ji bo demografya biguherîne, erdnigariya wî ji rantê re veke û talan bike ve plan dike."

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurd hate kirin ku li dijî vê êrîşa berfireh helwestê nîşan bidin, berê xwe bidin van herêman û hate gotin, "Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê, xwedî li Bradostê derkevin û em bang li hemû ciwanên Başurê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a Xakurkê bibin mertalên zindî. Dîrokê nivîsandiye ku 45 sal in Tevgera Azadiyê bi berxwedan û tekoşînê bi serketin û destketiyan tije ye. Wê ji bo vir şûnde jî binivîse. Ketina herêma Xakurkê û Bradostê ya dewleta metînger a TC'ê dibe bibe, lê derketina wê wê ewqas hêsan nebe. Wekî 2008'an artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe ji pençeyên gerîla wê ewqas hêsan nekaribe bikşîne.

Ji bo vê ji bo ciwanên fedakar, egîd û welatparêz ên Kurdistanê re banga me ye; Werin em Xakurkê ji bo welatê xwe bikin bihuşt, ji bo noker û neyaran jî veguherînin dojeh. Em bi berxwedanê hatin heta îro , em bi berxwedanê bi ser ket û em ê bi berxwedanê bigihêjin serfiraziyê. Yê li ber xwe bidin wê bi ser bikeve, berxwedan bi ser dixîne."