Kolonîzasyon, etnosîd, jenosîd, îlheq: Efrîn

Bifikirin; Efrîna wan li ber çavê wan e lê nikarin herinê. Ma ji vê wêdetir êş û jan heye ku mirov bibêje? Tevî jana giran a Efrînê, hêviyên wan jî bi qasî dilê wan mezin û zînde ye. Kurd wê vegerin Efrîna zeytûnan û bihûşta ser zemîn.

Roşîn Bîlal jineke 41 salî ye. Heta ku dewleta Tirk êriş bir ser Efrînê jî, bi tevî 5 zarok û hevjînê  xwe li taxa Eşferiyê a ya navenda bajêr dijiya. Di demekê de ku tevahiya Sûriyê di nava agir de bû, bombe mîna baranê dibarîn, Efrîn di nava ewlehiyê de bû. Vê aramiyê hêzên xêrnexwaz û dewletên dijminên gelê kurd aciz kiribû. Roja 20’ê çileya 2018’an dewleta Tirk bi  72 balafirên şer, tank û obusan û bi hezaran çeteyan, berê xwe da vî bajarê kurdan. Ji wê keliyê şûn ve, weke temamê Efrîniyan êdî  jiyana Roşînê jî serûbin bûbû. Roşîn jî neçar ma çek hilgire û tevlî bereya parastinê bibe. Wê û hevjînê xwe ji aliyek ve taxa xwe diparastin ji aliyek ve jî xwedî li 5 zarokên xwe derdiketin. Roşîn 24’ê sibata 2018’an bi giranî birîndar bû. Li nexweşxanê di nava nivînan de pêdihese ku  kurê wê yê 14 salî  Şûkrî Memo û hevjînê wê Îdrîs Memo ji ber topbaranên artêşa Tirk şehîd bûne. Dunya li ber çavên wê reş dibe. Di pêvajoya 5 mehên dermankirinê de, ji her çar zarokên xwe dûr ma, bi mehan nekarî biaxive, bixwe, vexwe û rabe ser piyan. Êdî wext hatibû ku Roşîn biryara xwe bide! Biryara vegera li jiyanê… Tevî birînên xedar ên rûhî û fîzîkî Roşîn piştî 8 mehan rabû ser piyan û bi çar destan xwe li jiyanê girt. Niha ew tevî 4 zarokên xwe li navçeya Til Rifat a herêma Şehbayê ye û weke her malbatekê Efrînî, ya Roşînê jî li ser piyan digre hêviya vegera li Efrînê ye.

Raphael Lemkîn, hiqûqnasekî Cihû ye, heta 1939’an li Varşovayê dijiya. Piştî welatê wî ji hêla Almanya ya Nazî ve hat dagirkirin, weke her Cihûyekî wî para xwe ji vêqirkirinê girt. Tenê ji  malbata wî  49 kes hatin kuştin. Lemkîn ji neçarî sirgûn bû, pêşî derbasî Swedê bû, piştre çû li  Emerîkayê bi cîh bû. Wî temamê jiyana xwe xist xizmeta lêkolînkirina qira Ermen û Cihûyan, dest bi lêkolînên berfireh kir.  Derheqê şerê yekem û duyem yê cîhanê de analîzên girîng kirin. Lemkîn, bûyera ku di sedsala 20’an de hat serê Ermen û Cihûyan weke "jenosîd" ango qelandina kokê bi nav kir. Raphael Lemkîn wê demê binê têgeha jenosîdêvan bi gotinan dagirt; "Jenosîd nayê wê wateyê ku milletek di derbekî de bê tinekirin. Jenosîd mebesta pîlaneke rêxistinkirî a ji bo tinekirina neteweyek an jî komek e û tinekirina çavkaniyên wan ên elzem e. Armanc û hedefa pîlaneke wiha; tinekirina siyaset, saziyên civakî, çand, ziman, hîssiyatên millî, bawerî û îqtîsada komek an jî neteweyeke. Her wiha jenosîd tinekirina ewlehî, azadî, tenduristî, rûmet û jiyana ferdên wê neteweyê ne."

Xebat û analîzên hiqûqnas Raphael Lemkîn ên di vî derbarî de bi rêya weqif û pirtûkan, sala 1943-1944’an li raya giştî a cîhanê belav bû û her wiha bû bingeha dadgeha leşkerî a Nurnbergê jî. Bi vî rengî cara ewil peyva "jenosîd" weke têgîn ket îddîanameya dadgeha Nurnbergê. 9’ê kanûna 1948’an jî neteweyên yekbûyî konvonsiyona ji bo pêşîlêgirtina sucê jenosîdê û cezakirina faîlên wê erê kir. Neteweyên yekbûyî di vê peymanê de jenosîd ango qirkirinê weke sucekî mirovahiyê a navneteweyî bi nav kir û li gorî vê konvensiyonê her kî bibe faîlê jenosîdê, her kî jenosîdê teşwîq bike an jî jê re bibe şirîk di kîjan meqamê de dibe bila bibe, divê di dadgehên navneteweyî de bê darizandinû cezakirin…

Li gorî pênaseya jenosîdê ya Raphael Lemkîn û peymana Neteweyên Yekbûyî; Komara Tirk ku hebûna xwe li ser înkar û tinekirina kurdan ava kiriye bi dehan caran ev sûcê mirovahiyê kiriye. Nivîskar û dîrokzanê kurd mamoste Mehmet Bayrak, pêvajoya komarê weke destpêka pêvajoya red û înkarê bi nav dike û di vir de balê dikişîne ser "pîlana Şerq islahat" a di sala 1925’an de hatiye çêkirin. Ev plan ji 28 xalan pêk tê. Maddeya wê a sereke jî ew e ku heta nasnameya Kurdayetiyê bê tinekirin, Kurdistan wê bi awayekî leşkerî bê rêvebirin. Di çarçoveya vê pîlanê de bingeha komara Tirk li ser tedîp, tenkîl, taqdîl, tehcîr, temsîl, temdîn û tasfiyekirinê dimeşe. Mehmet Bayrak vê yekê weke 7 T’yan bi nav dike. Naveroka van 7T’yan terbiyekirina bi rêyên leşkerî, kuştin, koçberkirin, Tirkkirin û hwd… 

Ji tehcîrkirina Rûman a destpêka 1910’an bigrin heta qirkirina Ermen û Suryanan û ji wir jî heta geliyê Zîlan û terteleya Dersimê dewam kir. Hikûmetên Tirk hemûyan, ji dîrokê heta niha polîtîkaya xwe ya qirkirin û tehcîrê domandin. Dewleta tirk sazî û dezgehên xwe hemûyan li gorî vê polîtîkayê tanzîm kir. Polîtîkaya 7T’yan a dewleta tirk di dema hikûmeta AKP’ê de hat şidandin û çerxa qirkirina fîzîkî û çandî bêtir geriya. Çawa ku di şerê cîhanê yê 1’emîn de Ermenî, di şerê cîhanê yê 2’emîn de jî Cihû di qirimê re derbas bûn, hikûmeta niha ya dewleta Tirk jî sond xwariye ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de heman tiştî bîne serê kurdan. Tevî qirkirina çandî û fîzîkî ya li bakurê Kurdistanê, tevgera techîr û qirkirinê ya dewleta Tirk li Başûr, Rojava, Rojhilat û heta ser Kurdên li dîasporayê bêyî ferq û cûdahî didome. Mînaka herî berçav a vê zencîreya qirkirinê jî Efrîn e. Lewma ev nivîs bi serpêhatiya Roşîna ji Efrînê dest pê dike. Ji ber ku rewşa li Efrînê aktuel e, dagirkirina wê ya ji hêla dewleta Tirk ve tê bîra herkesî. Lê di vir de jî ya girîng a divê em bi bîr bixin ew e ku dewleta Tirkti carî xwe di dîrokan de şaş nake û her gava xwe li gorî wê diavêje. Tevgera dagirkeriyê a li ser Efrînê 20’ê çileya 2018’an piştî nivro bi 72 balafirên şer dest pê kir. Tam jî di wê rojê de amadekariya yadkirina damezrandina salvegera 72’an a komara kurdistanê Mahabadê dihat kirin ku di 22’ê çileya 1946’an ji hêla pêşawa Qazî Mihemed û hevrêyên wî vehatibû ragihandin…

Di vê tarîxê de êdî li Efrîna ku di şerê Sûrî de weke ‘bihûşta dorpêçê’ dihat binavkirin, polîtîkaya qirkirin û tehcîrkirinê li pêş çavê temamê dinyayê bi awayekî fermî dest pê kir. Di bin navê ‘çiqilê zeytûnê’ de dewletê bajarekî da ber xwe û heta nexweşxaneyan bombardûman kir. Di meha pêşî ya tevgera dagirkirinê de 21 zarok, 27 jin bi giştî 176 sîvîl şehîd bûn û 448 kes jî birîndar bûn. Di meha 2’emîn de jî 35 zarok, 41 jin bi giştî 232 kes şehîd bûn û bi kêmanî 600 kes jî birîndar bûn. Xelkê Efrînê li dijî van êrişên ji erdê û hewayî ve 58 rojan li ber xwe da. Lê dewleta Tirk her roja çû asta êrişan zêde kir û dinya jî xwe jê re kerr, kor û lal kir. Li ser vê yekê rêveberiya xweser a Efrînê 18’ê Adara 2018’an ragihand ku ji bo pêşî li karesateke mezin a mirovî bigrin, ew ê welatiyan veguhezînin. 20’ê Adara 2018’an %90 ji xelkê Efrînê ket ser riya koçberiyê. Li gorî serjimariya rejîma Sûrî di sala 2004’an de nifûsa Efrînê nêzî 450 hezar e. Lê ji ber şerê li Sûrî bi kêmanî 350 hezar koçberên ji rojavayê Heleb, Homs, Idlib û hwd… xwe spartibûn Efrînê. Li gorî serjimariya rêveberiya xweser a sala 2017’an nifûsa Efrînê 600 hezarî derbas kiribû û heta tê gotin beriya dagirkeriya Tirk nifûsa bajêr nêzî milyonekî bibû.

Efrîn bajarekî Kurdane û heta beriya bê dagirkirin bi kêmanî 22 hezar Elewî, 25 hezar Êzdî û 10 hezar jî Mesîhî lê hebûn. Eger mirov van hejmaran li ber çav bigre, tê xuyakirin ku bi sedhezaran Efrînî ji cîhûwarên xwe bûne. Koçberên Efrînê bi gelemperî li navçeya Şêrawa û li navçe û gundên Til Rifat, Fafîn û Ehresêyên kantona Şehbayê li kampan hatin bicîhkirin. Efrînî di nava demekê kin de jiyana xwe ya li kampan û îdareya xwe bi rêxistin kirin. Sîstema perwerdehiyê, tendûristiyê, xebatên civakî û hwd… rojane didomin. Lê li kêleka van hemûyan êrişên dewleta Tirk yên li ser herêma Şehbayê jî didomin. Hem li Efrînê, hem jî li Şehbayê Efrînî di bin gefa êrişan de ne. Li gorî amarên dawî heta niha di êrişên li ser herêma Şehbayê de bi kêmanî 50 sîvîl şehîd bûn, 78 jî bi giranî birîndar bûn. Her wiha li gorî rêxistinên mafên mirovan û rêxistina çavdêriyê ya Sûrî, di nava 2 salan de li Efrînê bi kêmanî 545 sîvîlan jiyana xwe ji dest da ku 50 ji wan jin in. Heta niha 6 hezar Efrînî ji hêla artêşa Tirk û komên selefî yên girêdayî wê ve hatin revandin û hîna jî aqûbeta 3300 kesî nayê zanîn.

Hêzên dagirker dest avêtin 61 jinên Efrînî û ji ber vê hovîtiyê 3 jinan dawî li jiyana xwe anî. Tevî van hemûyan, şêlandin û talankirina mal û milkê Efrîniyan a ji hêla van hêzên dagirker ve di ajansên navneteweyî yên mîna AFP’ê de jî bi dîmenan hatin ispatkirin. Bi kêmanî 36 hezar darên zeytûnan, 700 hezar darên hinaran û hwd… hatin talankirin.

Sala 2018’an dewleta Tirk nêzî 220 ton zeytûnên Efrînê li Hatayê kirin malê xwe û beşeke wê ya mezin bi etîketa xwefirotin Spanyayê. Ev bazara zeyt û zeytûnan a di navbera dewleta Tirk û Spanyayê de di kovara le Point a Fransî de weke hejmareke taybet hatibû weşandin û belgekirin. Her wiha konseya çandiniyê ya Efrînê a girêdayî rêveberiya xweser ragihand ku di sala 2019’an de jî 100 hezar ton zeytûn hatine bidestxistin û 90 hezarê wê revandine Tirkiyê.

Hêzên dagirker deverên dîrokî yên mîna perestgeha Eyn Dara û zêdetirî 45 şûnwarên ku di lîsteya UNESCO’yê de ne xirakirin û bêtir ji 20 hezar berhemên dîrokî revandin Tirkiyê. Bi kurt û Kurmancî, li bajêr çi tişta ku Kurdan bîne bîr û hişê mirovan  ji holê rakirin û hîna jî dikin. Ziyaret, qebristan û îbadetgehên Elewî, Êzdî, Xiristiyan û Misilmanan hatin rûxandin. Navên tax, gund û şûnwaran kirin Tirkî û li her deverê posterên mîmarê vê hovîtiyê, serek çete Erdogan dardekirin. Ji 18’ê Adara 2018’an heta niha dewleta Tirk li Efrînê etnosîd dike û demografiya wê diguherîne. Dewleta Tirk dawiya Adara 2018’an Efrînê bi wîlayeta Hatayê girê da û Efrîn ji hêla îstîxbarata Tirk MÎT’ê ve tê birêvebirin. Li gorî rêxistina mafê mirovan a Efrînê hejmara Kurdan a li bajêr heta %18 daketiye. Her roj zilm û êşkence li Kurdên li Efrînê mane tê kirin û şerîat li wan tê ferzkirin. Hêzên dewletê û komên selefîst yên girêdayî wê bi kerameta xelkê dilîzin û xortên Kurd di qişleyên xwe de perwerde dikin û wan bi darê zorê dişînin deverên weke Lîbyayê. Dewleta Tirk a Efrînê ji Kurdan xalî dike, di çarçoveya pîlanên xwe yên guhertina demografiyê de gelek çete û malbatên wan yên ji Hama, Homs, Xûta û Idlibê li navçeyên Efrînê bi cîh kir. Li gorî çavkaniyên ji herêmê; Dewleta Tirk, çeteyên Tirkmen û malbatên wan li navçeyên Raco, Şiyê, Şera û Bilbilê bicîh dike. Ev navçeyên qalkirî jî li ser xeta sînorê Tirkiyê ne. Armanca bicîhkirina çeteyên Tirkmen a li van deveran çêkirina kembera Tirkmenan e. Plana sereke ew e ku ji çiyayê Ladqiyê heta sînorê Ezaz, El Raî û ber bi Cerablûsê kantoneke Tirkmenan çê bikin û Efrînêjî bikin navenda wê kantonê.

Derbarê vê projeyê de di çapemeniya lokal a Tirkmenan de ji niha ve nûçeyên bi sernavê «Eyn El Tirkmen » ango «çavê Tirkmenan » hatin weşandin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna vê projeyê jî pişta xwe bi mutabaqata Edenê û bêdengiya hêzên navnetewî germ dike. Piştî kolonîzasyon, etnosîd û guhertina demografiyê vê carê jî dora annexation ango îlheqkirinê ye. Îlheqkirin tê wê maneyê ku axa girêdayî dewletekî, ji hêla dewletekî din ve bi darê zorê bê girtin û rêvebirin. Ev yek jî bi gelemperî piştî dagirkirinê tê kirin. Dewleta Tirk ji bo Efrînê bi temamî ji Sûriyê veqetîne Nîsana 2019’an li ser xeta sînor dest bi lêkirina dîwar kir. Di encama mutabaqata Astanayê, tifaqa Tirkiyê, Rûsya û Îranê bajarê Kurdan Efrîn hat dagirkirin û niha jî dixwazin weke Lîwa Îskenderûn Efrînê îlheq bikin û biavêjin ser Tirkiyê. Li gorî peymana neteweyên yekbûyî a 1948’an û li gorî pênaseya jenosîdê a Raphael Lemkîn, her wiha li gorî pênaseya bi gelemperî a jenosîdê, ya li Efrînê hatî kirin û tê kirin qirkirin û jenosîd e. Di sedsala 21’an de, di serdema ragihandinê de li pêş çavê dinyayê Efrîn ji Kurdan tê xalîkirin. Çiqas têgînên navneteweyî, hiquqî û însanî hebin têra pênasekirina vê hovîtî û barbariyê nakin. Lewma jî divê Kurd bi dîplomasî û ragihandina xwe mijara Efrînê têxin rojeva giştî ya Kurdistan û cîhanê. Eger kurd tenê bi dilşewatî, hestiyarî û wijdanî li meselê binêrin ew ê  şaştiyeke mezin bikin. Kurd jî weke Ermen û Cihûyan bi riya xebatên dîplomatîk, çand, huner û ragihandinê dikarin jenosîda li ser xwe li dinyayê bidin qebûlkirin.  Her çiqas saziyên weke neteweyên yekbûyî û dezgehên din yên navnetewî li gorî berjewendiyên zirhêzên cîhanê tevbigerin jî Kurd dikarin vê jenosîda sîstematîk li gelên cîhanê bidin bihîstin û qebûlkirin. Her wiha çiqas pîlan û projeyên dewletaTirk li ser Efrînê hebin jî pîlan û projeyên Kurdan jî hene. Bi sedhezaran Efrînî 2 sal û nîv e li Şehbayê di bin wan konan de bêsedem tekoşîna jiyanê nadin. Bifikirin; Efrîna wan li ber çavê wan e lê nikarin herinê. Ma ji vê wêdetir êş û jan heye ku mirov bibêje? Tevî jana giran a Efrînê, hêviyên wan jî bi qasî dilê wan mezin û zînde ye. Kurd wê vegerin Efrîna zeytûnan û bihûşta ser zemîn.

Rapora rêxistina mafê mirovan a Efrînê ;