Ji êşkenceyê gardiyanan derbasî êşkenceya tecrîdê bû!

Serdal Bozkûrt da xuyakirin ku birayê wî Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê ji êşkenceya gardiyanan rizgar bû, vê carê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlû Karatepeyê rastî êşkenceya tecrîdê hat.

Ferzkirina tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk ên di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de veguheriye mekanîzmaya êşkenceyê. Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin û gelek caran rastî êrîşa gardiyanan hatibû, li ser hewldanên malbatê, parêzer û wekîlên DEM Partiyê, Bozkurt sewqî Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepe hat kirin. Hat hînbûn ku girtî Abdulkadîr Bozkurt li girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepe bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye. Birayê Abdulkadîr Bozkûrt Serdal Bozkurt ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku birayê wî yê ji êşkenceya gardiyanan rizgar bû, niha bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye.

Serdal Bozkurt anî ziman ku birayê wî Abdulkadîr Bozkurt li girtîgeha Tekîrdagê du caran rastî êrîşê gardiyanan hatiye û got: “Wî xistibûn hucreyekî mîna qefesa çivîkan û gefa kuştinê lê hatibû xwarin. Bozkurt li malbatê geriya û got ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnasê girtîgehê gefa mirinê lê xwarine û li pêşberî kamerayan li wî xistine. Piştî vê axaftina bi telefonê me gelek caran daxwazname ji Wezareta Edaletê re şandibû. Me xwest wî li cihek ewle li girtîgehek nêzî malbatê bê bicih kirin. Lê ew şandin girtîgeha Çorlu ya Kartepeyê ku şert û mercên wê yên tecrîdê girantir e.”

Serdal Bozkurt diyar kir ku birayê wî beriya 15-20 rojan sewqî Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Çorlu Karatepeyê hatiye kirin û wiha domdan: “Rewşa psîkolojîk a birayê min ji ber êrîş û zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê xerab bû. Herî dawî dema ez çûm serdana wî, careke din ji aliyê gardiyanan ve hatibû derbkirin. Daxwaza wî ya ji bo rapora êrîşê ji xwe dereng ketibû. Dema min ew dît, hê jî li ser laşê wî morbûn hebûn û rewşa wî ne baş bû. Piştî sewqî girtîgeha Çorlu ya Karatepe hat kirin, şert û mercên tecrîdê yê li girtîgehê rewşa derûniya wî girantir kir. Herî dawî psîkologê Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Karatepeyê piştî hevdîtina ligel birayê min daxwaza sewqkirina wî ji bo nexweşxanê kiribû. Lê ev du hefte ne tu gav nehatine avêtin."

BAVÊ MIN YÊ JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E EV 8 SAL IN NIKARE BIRAYÊ MIN BIBÎNE!

Bozkurt da zanîn ku  bavê wî yê ji sedî 94 astengdare ji ber girtîgeh dûre 8 sal in nikare birayê wî bibîne û destnîşan kir ku li vir ne tenê birayê wî her wiha malbat jî rastî zilmek mezin tên. Bozkur da xuyakirin ku birayê wî herî dawî bi telefonê bi xwişka xwe re axiviye û diyar kir ku şert û mercên li girtîgeha Karatepeyê hê girantir in û wiha domdan: “Birayê min di hucreyeke tecrîdê ya 6 metreçargoşeyî de tê ragirtin. Rojê 1,5 saetan ji bo hewayê tê derxistin, lê rûyê mirovan nabîne. Qada civakî nîne, tiştek nîne. Jixwe destên me girêdayî ne, her hefte em nikarin biçin. Dema ku min xwest birayê min bibin girtîgeheke nêzî me, min rapora astengdariyê ya bavê xwe jî ji Wezareta Edaletê re şand. Lê li ber çavan nehat girtin.

JI BIRAYÊ MIN TOLÊ DIGIRIN

Ez êdî difikirim ku li dijî birayê min pêkanîneke taybet dimeşînin. Li Tekîrdagê tê derbkirin û tehdîtkirin û li Karatepeyê tê tecrîdkirin. Bi awayekî eşkere tol tê hilanîn. Ji ber ku niha psîkolojiya wî ne baş e, em ji ber ewlekariya wî bi fikar in. Girtiyekî nexweş hê nû li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û ez naxwazim birayê min jî heman tiştî bijî. Min li ser vê mijarê careke din ji Wezareta Edaletê re nivîsî, lê min ti carî bersiv negirt. Ji ber rewşa wî ya psîkolojîk ez dixwazim birayê min tavilê ji hucreya yekkesî bê derxistin û sewqî girtîgeheke li Rihayê ku em lêne bê kirin. "