Hunermend li hev civiyan: Li dijî sansurê pêdivî bi têkoşînek hevpar heye

Ji bo Azadiyê Înîsiyatîfa Hunerê hunermendan li hev civand û li ser sansur û otosansurê axivîn. Di civînê de hat destnîşankirin ku mafên herî bingehîn û azadî li welat tên astengkirin û divê li dijî vê têkoşînek hevpar bê kirin.

Înîsiyatîfa Ji bo Hunerê Azadî bi sernavê “Di zexta sansur û otosansurê de xefka çandeyî” li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmetê ya Şîşliya Stenbolê civiya. Gelek hunermend û rewşenbîr tevlî bûn. Nivîskar Sureyya Karacabey di destpêka civînê de axivî û got ku înîsiyatîfa wan li dijî qedexe û sansurê hatiye avakirin. Karacabey diyar kir ku mafên herî bingehîn û azadî li welat tên astengkirin û divê li dijî vê têkoşînek hevpar bê kirin.

Piştî axaftina destpêkê rûniştina yekemin a bernameyê dest pê kir. Akademîsyen Sonay Ban diyar kir ku sansur di heman deme de zexta dewletê ye û got: “Di serdemên beriya 2000’î de dewlet di mijara sansurê de dibû yek hêz. Piştî 2000’î jî dewletê hêza xwe nîşan da. Di heman demê de wekîlên dewletê li ser hin saziyan sansurê pêk tînin. Wekîlên dewletê; saziyên hunerê, festîvalên filman sansur dikin. Rêbaza wan rêbaza qeyûman e. Dewlet xwe li plana paş dihêle û wekîlên wê sanurê disepînin. Carna jî dewlet di refa pêş de sansurê disepîne.”

Rojnamevan Ozlem Altunok jî axivî û da zanîn ku behsa sansur û qedexeya li ser çand, huner û zimanê Kurdî û got: “Gelek sazî û dezgehên çand, huner û ziman hatin girtin. Bi taybetî hunera Kurdî gelek hat qedexekirin. Kar û xebata hunermendê kurd hat sansurkirin Saziyên wek Şanoya Bajêr a Amedê, KURDÎ-DER’ê hatin girtin. Sanusura li ser hunerê dest pê kir. Lê hat xwestin ku ev xebat nekevin radara sansurê.”