MGK’ê rapora binpêkirina mafan a meha Îlonê eşkere kir

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina maf a meha Îlonê eşkere kir û got: “Tevî hemû zextan rojnamevan biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin.”

MGK

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Îlonê eşkere kir. MKG’ê di raporê de bal kişand ser binpêkirina mafên jinên rojnamevan û zextên li dijî wan.

Rapora MKG’ê bi vî rengî ye:

"Zext û gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê her roj zêde dibin û di kûrbûna xizanî, polîtîkayên şer de rola van zextan zêde ye. Dîsa yên herî zêde dibin hedef jin in. Jinên rojnamevan ji ber nûçeyên xwe her tim bi zexta darazê rû bi rû dimînin. Her wiha li qadê jî bi astengiyên leşker, polîs û çeteyan rû bi rû dimînin. 
 
Binpêkirina mafên di meha Îlonê de nîşanî me dide ku zextên sîstematîk ên li dijî jinên rojnamevan, gefxwarina li azadiya çapemeniyê çiqasî cidî ne.

Nûçegîhana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber nûçeya fuhuş û hişbirê ya li Colemêrgê çêkir bû hedef. Ev mînakek herî balkêş a binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Îlonê bû. Rabîa Onver ji ber ku faliyetên fuhuş û hişbirê yên çeteyan derxist holê polîsan bi ser mala wê de girtin. Vê nûçeyê tiştên ku her kes dizanin lê cesaret nakin bibêjin bi raya giştî re parve kir. Bi vê nûçeyê Rabîa bi awayekî kêfî bû hedef. Ev yek jî pîvana zextên sîstematîk nîşan dide.

Li gel vêya rojnamevan Melev Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglu ji ber nûçeyên çêkirine derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber nûçeyên şewatê û parvekirinên medyaya dîjîtal ji bo îfadeyê bang li rojnamevan Medîne hat kirin. Jinên rojnamevan pîşeya xwe îcra dikin, lê belê li gel vê yekê jî bi zextan rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo azadiya çapemeniyê gefxwarineke cidî ye. 

Jinên rojnamevan ne tenê di pêvajoyên edlî de, di heman demê de li qadê jî bi tundiya gotinê, bi tundiya derûnî û fîzîkî ya polîsan rû bi rû dimînin. Nûçegîhana TV100 Canan Altintaş, ji ber cenazeyê Narîn Guran kir nûçe êrîşa fîzîkî lê hat kirin û her wiha gef lê hat xwarin. Vê bûyerê zehmetiya xebatê ya li qadan a jinên rojnamevan dîsa raxist pêş çavan. 

Mînakek din jî ev e, nûçegîhana Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê Lutfiye Burcu Kara li Îzmîrê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Ev bûyer asta zextên li ser jinên rojnamevan a sîstematîk nîşan dide. 

Nivîskara Rojnameya Karar Elîf Çakir ji ber tespîta nasnameya şaş hat binçavkirin û piştre hat berdan. Ev bûyer nîşan dide ku jin ne tenê li qadan di pêvajoyên edlî de jî bi sepanên kêfî rû bi rû dimînin.

Erka sereke ya rojnamevanan ew e ku rastiyan derxînin holê. Lê belê di serdema desthilatdariya AKP'ê de me dît ku daraz azadiya çapemeniyê tune dihesibîne û rojnamevanan dike hedef. Ev jî erka rojnamevanan xurtir dike. Jinên rojnamevan bi qasî li qadan li ser platformên dîjîtal jî her tim bi sansur, gefxwarin û zextan rû bi rû dimînin. 

Tevî hemû zextan rojnamevan biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin. Her çiqas zextên desthilatdariyê û daraza bi wê ve girêdayî zêde dibin jî biryardariya eşkerekirina heqîqetê ya rojnamevanan hîn bi hêztir dibe. Biryardariya jinên rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad di vê berxwedanê de dibe jêderka îlhamê. Bi taybet sekna wêrek a Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz rê nîşanî têkoşîna jinên rojnamevan dide. Em bi vê munasebetê Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz jî bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Rojnamevanên êrîş li wan hatine kirin  2
Rojnamevanên bi ser mala wan de hat girtin 2
Rojnamevanên hatin binçavkirin 2
Rojnamevanên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 2
Rojnamevanên derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayin  2
Rojnamevanên hatin girtin  1
Rojnamevanên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamevanên gef li wan hat xwarin  1
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 2

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2
Rojnamevanên derbarê wan de doz hat vekirin 1
Cezayê pere yên hatine birîn 14.160
Rojnamevanên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 6 (Hejmara kesan):  9
Hejmara rojnamevanên girtî (Ji 4'ê Çileya 2023'yan heta niha) 7

Malperên hatine girtin  5
Nûçeyên hatine astengkirin 699
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 409

LÎSTEYA JINÊN ROJNAMEVAN ÊN GIRTΠ

1. Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
2. Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
3. Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
4. Ozlem Seyhan – Rojnamevan
5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
6. Selamet Turan – Rojnamevan 
7. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê.”