Li Hannoverê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Di çarçoveya rojên çalakiyê de ku bi boneya salvegera pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareserî" hatin destpêkirin li Hannoverê çalakiyên cur bi cur dewam dikin.

PÊNGAVA "JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ"

Çalakvanên enternasyonalîst ên ji Gemeînsam Kampfen, Women Defend Rojava û komunên jinên ciwan, bi çalakiyên afirîner ên protesto, nîqaş û performansa hunerî li bajarê Hannover ê Elmanyayê tevlî hefteya çalakiyê ya navneteweyî dibin. Yek ji çalakiyên girîng ên hefteya wê performansa şano ya "7 Sûcên li dijî mirovahiyê - Odysseiaya Abdullah Ocalan" be ku wê di 9'ê Cotmehê de were pêşandan. 

1'ê Cotmehê li Hannoverê hin jinan li ser banga "Women Defend Rojava" ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajarê Hannoverê çalakiyek li dar xistin.

2'ê Cotmehê, hewirdorên çep, ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser perspektîfên wî nîqaş meşandin û piştre belavok û broşur belav kirin.

3'yê Cotmehê Roja Yekîtiya Elmanyayê, aktîvîstên enternasyonalîst li Hannoverê li qada Maschse çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de balon li zarokan hatin belavkirin û belavokên li ser "Neteweya Demokratîk" li mezinan hatin belavkirin. Li ser balonan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû û nivîs hebûn.

4’ê Cotmehê aktîvîstên enternasyonalîst ên ji komên "Gemeinsam Kampfen" û "Women Defend Rojava" pêk tên ligel Hevkariya Sor (Rote Hilfe) û aktîvîstên Îranî li Maschsee ya Hannoverê hevdîtin kirin. Jinan bi hev re xelekek ji kursiyan ava kirin û qala girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.