Li Qibrisê wê êşkenceya Îmraliyê û bêdengiya Ewropayê were nîqaşkirin

Li Qibrisê wê di 13’ê Cotmehê de têkildarî polîtîkayên Îmraliyê yên faşîzma Tirk û bêdengiya Ewropayê konferansek were lidarxistin.

Li paytexta Qibrisê Lefkoşayê bi tevlîbûna parlamenter, parêzer, nivîskar, rojnameger û aktîvîstan wê di 13’ê Cotmehê roja Yekşemê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de konferansek were lidarxistin. Konferans wê di pêşengtiya Navenda Çanda Kurdî ya Teofilosê û Ofîsa Parêzerên Demokrat ên Qibrisê de were lidarxistin. Komîteya Amadekariya Konferansê banga beşdariyeke xurt kir.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ji ajansa me ANF’ê axivî û got: “Konferansa me wê bi rûniştinan pêk were. Di rûniştina yekem a konferansê de wê mijara; ‘Bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li ser Qibris û Kurdistanê’ were nîqaşkirin. Di gel geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, divê pêvajo ji nû ve were nirxandin û şîrovekirin. Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdan di nava 6 mehên dawîn de bi taybetî jî piştî Libnanê bal kişandin ser Qibrisê û hişyarî dan ku wê ‘bobelatên mezin li Qibrisê rû bidin.’ Rêber Apo beriya bîst salan pêşbîniya vê pêvajoyê kiribû û îro jî yên bi awayekî rast analîz û derpêşiya vê pêvajoyê dikin, kadroyên ku xwe dispêrin îdeolojiya Rêber Ocalan in. Geşadanên li Libnanê yên vê dawiyê mafdariya tespît û hişyariyên Tevgera Azadiya Kurdan careke din nîşan didin. Ji ber vê yekê li pêşiya Qibrisê talûkeyên mezin hene. Di rûniştina ewil a konferansa me de wê hemû aliyên vê pêvajoyê ji aliyê Rojnameger, Nivîskar Sefkan Kobanê, Pisporê Jeopolîtîk Christos Lacavou û nivîskarê Rojnameya Fillefterosê Alekos Mihalides ve werin nîqaşkirin.”

AZADIYA GELAN WÊ BI ŞIKANDINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ DEST PÊ BIKE’

Hevserokan diyar kirin ku wê di rûniştina duyem de mijarên weke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirinê werin gotûbêjkirin û ev tişt gotin: “A rastî di navbera mijarên her du rûniştinan de têkiliyeke xurt heye. Îro mezintîrin tirsa hêzên ku Rojhilata Navîn bi îdeolojiya netew-dewlet, neteweperestî û helwesta faşîzan kirine gola xwînê, paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e. Ji ber vê yekê jî li ser mîmamrê vê îdeolojiyê tecrîdê pêk tînin û dixwazin bibin asteng. Lê belê weke gotina Victor Hugo ‘tu hêz nikare li pêşiya hizra wextê wê hatî bisekine.’ Ji ber vê yekê azadiya gelên Rojhilata Navîn wê bi şikandina deriyên Îmraliyê dest pê bike. Girêdayî vê yekê jî têkoşîna dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, pirsgirêka her kesî ye. Tekane hêza ku vî şerî û îdeolojiya faşîzan bide sekinandin Rêber Apo û îdeolojiya wî ye.”

Hevserokan diyar kirin ku wê parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, parlamenterê serbixwe yê Qibrisê Costis Estatio û Parêzer Dinos Paspalides di rûniştina duyem de weke axaftvan beşdarî konferansê bibin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Dema wan xebatên konferansê bi rê ve dibirin, gelê Qibrisê eleqeyeke mezin nîşan daye û gotin ku bi armanca piştevaniya ji bo konferansê çapemeniya Qibrisê eleqeyeke mezin nîşan dide. Yek ji mezintirîn kanala Qibrisê Alpha News ji bo ku balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi vîdeoyeke Yûnanî beşdarî konferansê bibe.”