Hêzên rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kirin

Li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberekî din ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê birîndar bû.

Li gel çalakiya boykotê ya li Rojhilatê Kurdistanê jî êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan dewam dikin.

Li gor nûçeya Komeleya Mafên Mirov a Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Çil Mir Şehîdan ê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîş birin ser kolberan kir. 

Ji ber êrîşê kolberê bi navê Mîhrab Sadiqî Esl ê ji bajarê Urmê birÎndar bû. Hate gotin, gule li sîng û lingê wî ketine û rewşa wî girane. 

Mîhran Sadiq Esl rakirine nexweşxaneya Urmê û heya niha jî di bin kontrola doktoran de ye.

Her wiha li ser çarenûsa 5 kolberên din jî agahî nayê girtin.

Hêjayî gotinê ye, esnaf û kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma hikûmeta Îranê li ser kolber û kasibkaran, 12 roj in boykotê dikin. Ji ber vê yekê dikan û bazar girtîne.