Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesîleya 2. salvegera serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev serketin li hemû gelê Kurd, gelên cîhanê û mirovên azadîxwaz pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, destana Kobanê xwe dispêre felsefeya şoreşgertî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Şervanên YPG û YPJ'ê yên bi lehengî berxwedana Kobanê bi ser xistin, hêza xwe ji fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo digirin."
KODAR'ê destnîşan kir, ku serketina Kobanê tenê serketina bajarekî Kurdan nebû û wiha dewam kir: "Serketina hevbaş a hemû mirovên azad ên ku li Kobanê man û hemû hêvî û baweriya Kobanê kir yek bû. Binketina DAIŞ'ê di heman demê de binketina hêza dijber an hêzên cîhadî yên ku dijî azadî nebû. Binketina wan kesan bû ku xewna binketina Kobanê didîtin. Dibe ku binketina hemû hêzên dijberî kurdan bûn ku Kurd weke hêzekî pêşketî û berxwedêr di Rojhilata Navîn de ne didîtin"
KODAR'ê bal kişand ser xwepêşandan û meşên mezin ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê û got, "Em weke KODAR xwe berpirsyar dibînin ji bo pêşxistin û hêviyên Kobanê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de. Hêviyên ku di berxwedan û destana Kobanê de li ser wan hatî pêşxistin û serketin bi dest xistin mîmarê wê Rêber Apo ye."
KODAR'ê bibîr xist, ku mîmarê vê serketina destanî ya Kobanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û got, "Em ti agahiyê ji rewşa tenduristiya Rêber Apo nagirin. Ti cudahî di navbera helwesta dewleta Tirk a li dijî Rêber Apo û sekna DAIŞ'ê ya li djî berxwedana Kobanê tine ye. Tecrîdkirina Rêber Apo ji bo lawazkirina piradîgmaya demokratîk û bi armanca avakirina desthilatdar metînger û dijberbûna hemû herêma Rojhilata Navîn e. Pêwîste hemû gel û mirovên xwedî wijdan di cîhanê de ku çawa xwedî li berxwedana Kobanê derketin û Kobanê bi tenê ne hiştin, pêwîste li hember çarenûs û tenduristiya Rêber Apo bi heman ruh û berpirsyartî tevbigerin û xwedî helwest û sekin bin.
Xwedî derketina li berxwedana Kobanê beyî berpirsyartî li beramberî rewşa Rêber Apo ku bi xwe mîmarê berxwedana Kobanê ye kêm dibe."