KODAR ji bo Îranê rêya sêyemîn pêşniyar dike

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, "KODAR, bi feraseteke xweparastinê ya li stratejiya xwe ya xeta sêyemîn tê, ji bo guherîn û veguherînê ne destwerdana derve ne jî dewama zilm û serweriya heyî maqûl dibîne."

Hevserokê Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûrad Bêrîtan, encamên hilbijartina 19'ê Gulanê ya Serokkomariya Îranê, derfetên guherîna demokratîk ên li Îranê, zextên cîhana rojava yên li Îranê û firsendên li pêşiya mûxalefeta demokratîk a li Îranê ji ANF'ê re nirxand.

Bêrîtan diyar kir, ji bo guhertina hin tiştan li Îranê, wan nexşerêyek weşandin û got, "Di paşeroja dîrokî ya Îranê de, gelên ji etnîk û baweriyên cuda bi sedan salan di nava hev de jiyan e. Piştgiriya hev a gelan, yekîtiya çandî her tim bûne zemînek ji jiyana hevpar û xweşbîniya civakî. Em bawer in ku jiyaneke bi vî rengî ya azad û demokratîk a bi hev re, di roja îro de jî pêkan e, lewma me nexşerêyeke wiha weşand."

MÛXALEFETA LI ÎRANÊ ROJ BI ROJ MEZIN DIBE

Bêrîtan bibîr xist, asta aramiyê ya li nava civakekê, bi şêweyê wê yê jiyanê, bi aborî, siyaset û asta wê ya demokratîk û wekhev tê pîvandin û wiha dewam kir: "Dema ku ev krîter esas werin girtin, wê bê dîtin, ku di serî de li Kurdan li gelek komên etnîkî zilm, zordarî, asîmîlasyona çandî tê kirin. Ji aliyê aborî ve jî pirsgirêk roj bi roj mezin dibe û şert û mercên jiyanê zehmet dibin. Lewma eşkere ye ku civaka Îranê xwedî jiyaneke demokratîk û azad nîne."

Fûad Bêrîtan destnîşan kir, ku mûxalefeta li Îranê roj bi roj mezin dibe, nerazîbûna li rejîmê zêde dibe û krîza aboriyê girantir dibe. Bêrîtan anî ziman, weke KODAR'ê bi rêya nexşerêya ku eşkere kirin wan xwestine siyaseta li Îranê xitimiye demokratîk bikin û bi guhertinên hiqûqî re hilmê bînin ber gelên Îranî.

NEXŞERÊYA KODAR'Ê BI CIH WERE ANÎN, WÊ SIYASETA DEMOKRATÎK DEST PÊ BIKE

Bêrîtan got, eger ev nexşerê bi cih were anîn, wê pêvajoya siyaseta demokratîk dest pê bike, rejîma Îranê ya ku di nava navendîbûnê de asê maye, gaveke dîrokî bavêje û wiha dewam kir: "Îraneke demokratîk û azad a ji hevgirtina azad û wekhev a gelan pêk tê, wê ne tenê li dijî nakokî û gefan xwe bipareze, her wiha wê weke mîratgirê çandî yê nirxên demokratîk ên Rojhilata Navîn weke aktorekî bi bandor bi rola xwe rabe."

Bêrîtan bibîr xist, Îran yekane dewlet e ku li Rojhilata Navîn kevneşopiya dewletê bênavbe dewam kiriye û got, "Ev 2 hezar 500 sal in li Rojhilata Navîn aktorekî girîng e. Mîna dema bihurî, niha jî vê aktoriya xwe didomîne. Rejîma heyî ya Îranê, di nava hevsengiyên cîhanê yên diguherin de, ji bo vê rewşa xwe ya li erdnîgariya Rojhilata Navîn bipareze, gelekî têdikoşe. 'Bihara Ereb' ji bo Îranê jî gelek jiber xera kir."

ÎRAN WÊ MÎNA BERÊ NEMÎNE, LÊ WÊ NEBE ÎRANA KU DYA Û EWROPA LI BENDÊ NE

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan bal kişand ser hilbijartinên Serokkomariyê û got, "Îran wê êdî mîna Îrana berê nebe. Lê wê nebe Îrana ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Ewropa li bendê ne. Dikare were gotin, wê rastiyeke Îranê ya ku bi xweşiya Ewropa û DYA neçe, derkeve holê."

Bêrîtan wiha dewam kir: "Eger Îran gavên nerm, reform û demokratîk bavêje û bi vî rengî bingeha xwe ya civakî berfireh bike, azadiya îfade û rêxistinbûnê bide civakê, wê li pêşberî DYA û cîhana rojava bikeve nava pozîsyoneke xurtir. Ya ku DYA dixwaze, guhertineke nokerî û lîberal a ji aliyê aborî ve ye. Lê Îran ji vê guhertinê wêdetir dixwaze nîşanî derve bide ku hin reformên 'gavên demokratîk' dike."

Fûad Bêrîtan diyar kir, ya ku cîhana rojava, Ewropa dixwaze, demokratîkbûna Îranê nîne û bi dewamî got, "Ew dixwazin Îran hevkariyê bike û ji aliyê aborî ve bi temamî lîberal be. Lê li Îranê meyleke civakî heye ku naxwaze hevkariyê bi cîhana rojava, bi Ewropayê re bike, heye. Lazim e ev were dîtin."

DIVÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK JI VÊ REWŞÊ SÛDÊ WERBIGIRIN Û BIBIN YEK

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan anî ziman, divê hêzên mûxalîf, azadîparêz û demokratîk ji vê rewşê sûdê werbigirin, yekser an jî neyekser bibin yek û tevkariyê li demokratîkbûn û azadbûnê bikin.

Li ser, ya ku divê were kirin Bêrîtan got, "Hêzên demokratîk, çep û azadîparêz girîng e bi nêzîkatiyeke rast tevlî pêvajoyê bibin û bibin hêzeke bi bandor. Dema tevlî vê pêvajoyê dibin jî, lazim e bibînin ku di nava rastiya Îranê de pêvajoyeke demokratîkbûnê dikare derkeve holê."

JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ, NÊZÎKATÎ Û PÊŞNIYARÊN KODARÊ

Bêrîtan, nêzîkatî û pêşniyarên KODAR'ê yên bi taybetî ji bo Rojhilatê Kurdistanê wiha anî ziman:

"Li gorî me, nêzîkatiya herî rast ew e ku asta zanebûn û rêxistiniya gelê Kurd a li hemû parçeyan derketiye holê, hê bêhtir were birêxistinkirin, bi vî rengî têkoşîn bê dayîn û mîna ku li Îranê derketin holê, derfetên diyarker weke firsendekê bê bikaranîn û têkoşîna demokratîk were xurtkirin. Ev yek tê wateya destekdayina ji bo pêvajoyên guherînê yên li van welatan û afirandina tevgerke hevpar a di vî warî de ye.

Ji bo ji rewşa temaşekeriyê rizgar bibin û bi rola hêza bingehîn a demokratîkbûna Îranê rabin, divê em taktîkên polîtîk ên afirîner, gotinên guncaw û rêbazên têkoşînê yên di cih de peyda bikin û li ser vê bingehê hewl bidin pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Di rewşa heyî de pêwîstî bi aktorên ku karibin tevgera civakî bi rêxistin bikin û veguherînin hêzeke ku rejîmê qels bike."

KODAR AKTORÊ SEREKE YÊ ÇARESERIYÊ YE

Bêrîtan ragihand, KODAR di nava van aktoran de ya sereke ye û wiha dewam kir: "nirxandinên teorîk û paradîgmayê ku KODAR datîne pêşiya xwe, feraseta xwe ya rêxistinê û xeta têkoşînê, derfetan dide ku li Îranê bibe aktorekî girîng ê siyasî. Ji xwe di rewşa heyî de KODAR li ser Rojhilatê Kurdistanê weke tevgereke herî bi bandor li Îranê amade ye bi vê rolê rabe.

KODAR pêwîstiyê pê dibîne, ku ji bo pêşvebirina civakeke demokratîk û azad li Rojhilatê Kurdistanê, pêşniyarên tên kirin hêja bên dîtin û çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên jinan, mezhebî û etnîsîteyê weke pêwîstiyeke lezgîn dibîne.

KODAR bawer e, di vê serdema hesas de ku siya destwerdana derve li ser Îranê ye, divê rejîm bêyî dereng bikeve bi nêzîkatiyeke stratejîk bingehê ji demokratîkbûnê re amade bike.

KODAR, bi feraseteke xweparastinê ya li stratejiya xwe ya xeta sêyemîn tê, ji bo guherîn û veguherînê ne destwerdana derve ne jî dewama zilm û serweriya heyî maqûl dibîne.

KODAR girîng dibîne, ku ji bo demokrasiyê hemû rêxistinên civakî yên sivîl, derdorên civakî, siyasetmedar, rewşenbîr, jin, ciwan di mekanîzmayên çareseriyê de bi rol rabin.

KODAR destnîşan dike, ku pêwîst e saziya siyasetê, mekanîzmayên destûra bingehîn û hiqûqê il gorî esasên paradîgmaya civakîparêziya demokratîk ji nû ve bên sererastkirin.

RÊYA RIZGARIYA JI KRÎZÊ, ÇARESERIYA 'NETEWEYA DEMOKRATÎK' E

KODAR, li şûna sîstema unîter û navendî, modela rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi kêrî tevahiya Îranê dibîne.

Tevî hemû nêzîkatiyên me yên ji bo civakîparêziyê, rejîma Îranê di sîstema dewleta unîter de israr dike û bi vî rengî dawî li xwe tîne. Yekane reya ku Îranê ji nava krîza civakî, aborî û siyasî derxîne, çareseriya 'neteweya demokratîk' e ku em weke alternatîfê pêşkêş dikin."