KODAR'ê banga xwedîderketina li Ocalan kir

KODAR'ê avabûna 'Komîteya Piştgiriya bi Abdullah Ocalan re' ya li Rojhilatê Kurdistanê weke hewldaneke hêja û pîroz bi nav kir û bang li her kesî kir ku bi xurtî xwedî li Ocalan derkevin.

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser avabûna 'Komîteya Piştgiriyê bi Abdullah Ocalan re' ku beriya niha bi demekê li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.

KODAR'ê çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistanê yên di dema komploya 15'ê Sibata 1999'an de hatin lidarxistin bibîr xist û got, "Xwepêşandanên girseyî yên gel ji bo şermezarkirina girtina Rêber Apo careke din zindîbûna civaka Rojhilatê Kurdistanê îspat kir. 

Gelê Rojhilat nîşan dan ku wê her tim piştevanê mirovahiyê û azadiyê be. Her wiha wê xwedî li mafên mirov, her netew û olan derkeve. Kelecan û berxwedana gelê Rojhilatê Kurdistanê di roja 22'ê Sibatê de nîşan da, bedena dîktatoran lerizand û bi vî awayî nîşanî tevahiya cîhanê dan ku yekîtiya wan heye."

KODAR'ê destnîşan kir, ku destana 22'ê Sibatê ya li dijî komploya 15'ê Sibata 1999’an hemû sînorên bermahiyên Lozanê bêwate kiriye û got, "Her wiha piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê ji Rojava û Bakur di çend salên dawî de nîşan da ku Rojhilat li pişta hemû Kurdistanê ye û rola xwe ya şoreşgerî di yekîtiya neteweyî de di hemû demên dîrokî de bicih tîne û ji vê yekê paş namîne."

KODAR'ê da zanîn, ku ew avabûna 'Komîteya Piştgiriya bi Abdullah Ocalan re' weke hewldaneke pîroz û hêja dibînin û wiha dewam kir: "Em piştgiriyeke tam didin bangawaziya komîteyê. Ji hemû gelê Rojhilat dixwazin ku bi piştgiriay xwe ji vê hewldan û tevlîbûnê, careke din dengê xwe yê mafdar bigihînin tevahiya cîhanê. Gelê Rojhilat wê bi vê yekê re îspat bike ku rabirdûya siyasî û dîrokî ya Rojhilatê Kurdistanê, di dirêjahiya dîroka hemdem de jî heta niha berdewam kiriye. Ruhê têkoşîn û hewldanên însanî yê gelê Rojhilat hê jî zindî û li ser piyan e.

Li ser vê bingehê em ji tevahiya azadîxwaz, kesayetên rewşenbîr, jin, ciwan û gelên Îranê ku komploya reş a 15'ê Sibatê bi hemû hêza xwe şermezar bikin û xwedî li Rêber Apo derkevin. Nerazîbûna xwe ya li dijî faşîzma Tirk nîşan bidin û ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe li hemû qadan berfireh bikin.