Şervanê YPG'ê Egîd Kobanê, ku di şerê Kobanê de bi xurtî cih girt, da xuyakirin ku wan bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên xwe dispartin AKP/Erdogan li ber xwe dan û Kobanê jî bi vî rengî hat rizgarkirin.
MAHÎR YILMAZKAYA
KOBANÊ
în, 27 rêbendanê 2017, 11:04
Yek ji şervanên ku bi rengekî çalak cihê xwe di şerê Kobanê de girt, şervanê YPG'ê Egîd Kobanê ye. Kobanê şer û serketina Kobanê ji ANF'ê re vegot.
Kobanê bibîr xist, çeteyên DAIŞ'ê bi tank, top, fuze, hawan, çekên giran û ferdî êrîşî Kobanê kirin û got, "Bi dagirkirina Mûsil, Şengal û Tabqayê re gelek tank, top, fuze, hawan û çekên giran û ferdî bi dest xistibûn.
Tevî vê yekê ji Ewropa, Asya, Kafkasyayê û gelek deverên din ên cîhanê, endam ji xwe re peyda kiribûn. Ev kes bi taybetî kesên beriya niha li Çeçenîstan û Afganîstanê şer kiribûn. Gelek deverên Sûriye û Iraq hatibûn dagirkirin.
Di vê dagirkeriyê de piştgirî ji hêzên herêmî û navneteweyî yên dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin, digirtin. Ji ber vê destekê bi xwe bawer bûn û dest bi hewldana dagirkirina Kobanê kirin."
LI ENIYA ROJHILAT ŞER KIR
Kobanê anî ziman, dema çeteyên DAIŞ'ê li bejahiya Kobanê bi pêş ve çûn û li eniya rojhilat şer giran bû, wî biryar daye tevlî şer bibe û got, "Ez li derdora Bexdîq û Hurî tevlî şer bûm."
Egîd Kobanê da zanîn, li eniya rojhilat yek ji qadên ku şerekî giran lê qewimî derdora Navenda Çand û Hunerê bû û destnîşan kir, di bin fermandariya Şehîd Nûman Amed de wan li vê derê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirine.
Kobanê diyar kir, di şerê Kobanê de ew 2 caran birîndar bû, di dema birîna destpêkê de ji bo tedawiyê ew birine Bakurê Kurdistanê, lê belê piştî demeke kurt ji vir reviya ye û tevlî berxwedanê bûye. Kobanê da xuyakirin, ku wî birîndara xwe ya cara duyemîn li Kobanê derman kiriye û ji nû ve tevlî berxwedanê bûye.
'ME HEWL DA PÊŞÎ LI HATINA ÇETEYAN BIGIRIN'
Egîd Kobanê ragihand, çeteyên DAIŞ'ê bi hêza xwe ya teknîkê aliyên rojhilat, başûr û rojavayê Kobanê dagir kirin, bi vî rengî dor li bajêr girtin û diyar kir, ji bo pêşîgirtina li hatina çeteyan em ketin nava hewldaneke berfireh.
Kobanê anî ziman, ji ber ku ew Kobanê baş nas dike, hingî ew bi karê sabotajê radibû û wiha dewam kir:
"Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê rojhilat, başûr û rojava ve dor li bajêr girtibûn. Ji bo pêşî li pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê bigirin, me jî li bajêr xendekên mezin dikolan. Lê vê yekê bi tena serê xwe têrê nedikir.
Û çeteyên DAIŞ'ê her bi pêş ve dihatin. Tenê 2 kolan mabûn di destê me de. Ez û çend hevalên min, ji bo pêşî li hatina çeteyên DAIŞ'ê bigirin, me li ser hemû rêyên çete tê de bên mayîn bi cih kir. Bi vî rengî hinekî me pêşî li pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê girtin."
'CIWANÊN BAKUR BI XURTÎ TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛN'
Kobanê da xuyakirin, moralê herî mezin di wê demê de ciwan û gelê Bakurê Kurdistanê daye wan û bibîr xist, ku bi sedan ciwanên Bakur sînor ji holê rakirin, hatin Kobanê û destan nivîsandin.
Kobanê got, "2 kolan ma bûn di destê me de. Em dîsa jî teslîm nebûn û me li ber xwe dan. Gelê me yê li Bakur, bi taybetî ciwanên Bakur ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ve li ser piyan bû.
Gel û ciwanên Bakur bi pratîka şerê şoreşgerî herikîn Kobanê û tevlî berxwedanê bûn. Eger şerê Kobanê bi ser ketiye, di vir de para şerkeriya ciwanên Bakur xwedî roleke mezin e."
'ME BI RUHÊ FEDAYÎ YÊ APOYÎ ŞER KIR'
Egîd Kobanê da xuyakirin, ku bi hêz û morala ji ciwanên Bakurê Kurdistanê wergirtî re ew li pêşberî çeteyên DAIŞ'ê bi pêş ve çûn û di demeke kurt de dest bi têkbirina çeteyên DAIŞ'ê kirin.
Kobanê destnîşan kir, şervanên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên bi rêbaza gerîla, çeteyên DAIŞ'ê tewşo mewşo kirin.
Egîd Kobanê diyar kir, gelê Kurd bi YPG/YPJ'ê de ket serdema lehengiyê û destnîşan kir, ku berxwedana hat nîşandan û sekna li dijî faşîzmê bandor li tevahiya mirovahiyê kir.
Kobanê wiha dewam kir: "Rojava cihekî cihekî biçûk e. Li erdekî rût, sekna li ber teknîka mezin, sekna li ber hêzên mezin, bi teslîmnebûnê pêkan bûye. Gelê Kurd di şexsê Kobanê de li dijî faşîzmeke ku li ti devera cîhanê mîna wê nehatiye dîtin, bi ruhê fedayî Yê Apoyî şer kir. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi ruhê fedayî yê Apoyî tevdigeriyan, bûn wijdanê cîhanê û hemû nirxên mirovahiyê parastin. Û di şexsê Kobanê de Rojava bû şoreşke mirovahiyê, bû çepereke mirovahiyê ku nirxên mirovahiyê bi rengekî fedayî lê hatiye parastin."
Kobanê da xuyakirin, ku dewlet jî di nav de gelek hêz ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyane û anî ziman, PDK û ENKS'yî jî bêyî li pişt xwe binêrin, ji ber çeteyan reviyane.
Kobanê da zanîn, Mûsil û Şengal bi vî rengî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin û diyar kir, gelek mirovên ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' li şûna ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin, li Hewlêr, Duhok, Stenbol, Îzmîr, Ankara, Antalya û Ewropayê bi cih bûne.
Kobanê destnîşan kir, di nava serdem û rewşeke bi vî rengî de jin û ciwanên leheng ên Kurd, bi berxwedaneke efsanewî rastiya lehengiyê raxistine pêş çavan."
BANGA LI GELAN
Egîd Kobanê di dawiya axaftina xwe de got, "Ez bang li gelê me dikim, ku li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re tevbigere, li dora şehîdan hê bi xurtî bicive, bi ruhê pêşengên şoreşger tevlî nava refên têkoşînê bibe."