KNK ji bo yekîtiya neteweyî çû serdana HDK-Î û HDK’ê

KNK hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomîne û li Koyê çû  serdana partiyên HDK-Î û HDK’ê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekîtiya neteweyî li Koyê çû serdana Hizbî Demokratî Kurdistan Îran (HDK-Î) û Hizbî Demokrat Kurdistanê (HDK).

Endamê Dîwana KNK’ê Dr. Farûq Cemîl û endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK’ê Şehla Hafîd, Şikrullah Emîn û Ferhat Dostkî çûn serdana navenda HDK-Î’yê ya li Koyê. Alîkarê Sekreterê HDK-Î’yê Hesen Şerîfî û endamên partiyê heyeta KNK’ê ezimandin. Hevdîtina bi heyetê re bi qasî 40 deqîqeyan domiya.

Piştre heyeta KNK’ê çû serdana navenda HDK’ê. Alîkarê Sekreterê Giştî yê HDK’ê Dr. Aso Hesenzade heyeta KNK’ê ezimand û civîna li vê derê jî bi qasî 30 deqîqeyan domiya.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinan wê herdu partî fikrên xwe ji KNK’ê re ragihînin.

Di Komxebata KNK’ê ya di  15-16’ê Tîrmehê ya li Silêmaniyê de biryar hatibû stendin ku li her parçeyekî komxebateke xweser, li Ewrûpayê komxebatek were lidarxistin û piştre jî konferanseke mezin were lidarxistin.