KNK'ê ji bo yekîtiya neteweyî serdana Tevgera Azadî kir

KNK'ê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd li Silêmanî serdana Tevgera Azadî kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bi partî, rêxistin û hêzên li Başûrê Kurdistanê re dike, li Silêmanî serdana Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir.

Heyeta ji Alîkara Hevserokên KNK'ê Şehla Hefîd, endama Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz û endamên KNK'ê Mujde Ebas û Ferhad Doskî, ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah û rêveberiyê ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtinê saet û nîvekê li çapemeniyê girtî dewam kir û piştre Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ji çapemeniyê re axivî. Ebdullah diyar kir, destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de mîna beriya niha jî gotibûn, careke din dubare kirine ku ji bo yekîtiya neteweyî amade ne bi her awayî destekê bidin.

KNK'ê, piştî platforma nîqaşê ya yekîtiya neteweyî ku 15-16'ê Tîrmehê li Silêmanî pêk anî, biryar da ku li her parçeyekî Kurdistanê, li Ewropayê komxebatan li dar bixe û herî dawî jî konferanseke mezin pêk bîne.