KNK'ê ji bo şêwra yekîtiya neteweyî serdana YNK'ê kir

KNK ku amadekariyan dike ji bo li Başûrê Kurdisatnê şêwra yekîtiya neteweyî bike, serdana YNK'ê kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) amadekariyan dike ku 27-28'ê Çileyê li Başûrê Kurdistanê şêwra yekîtiya neteweyî bike. Bi vê armancê serdana Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) kir.

Heyeta KNK'ê ku ji Alîkarê Hevserokên KNK'ê Farûq Cemîl, endamên KNK'ê Şukrîllah Emîn, Mela Hesen, Mujde Ebas û Ferhad Dostkî pêk dihat, ji aliyê endamên Polîtburo ya YNK'ê Mela Bextiyar û Hekîm Qadir Hemecan ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtinê saet 11'an li Navenda Polîtburo ya YNK'ê dest pê kir û saet û nîvekê dewam kir. Piştî civînê, endamê Polîtburo ya YNK'ê Hekîm Qadir Hemecan daxuyanî da çapemeniyê û spasiya KNK'ê kir ji ber hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî. Hemecan got, "Em ê desteka xwe ya di vê mijarê de bidomînin. Ji bo ku em bi projeyekê tevlî vê komxebatê bibin, hewldanên me didomînin."