KNK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata Hecî Derwêş re xwest

KNK’ê bi peyamekê sersaxî ji partiya PDPK-S, gelê Kurdistan, endamên partiyê û malbata Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hecî Derwêş re xwest.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata Hemîd Hecî Derwêş re xwest gût: “Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cih girt. Weke xebatkar, siyasetvan, rêvebir, heval, nivîskar, di hemî qadên siyaseta Kurdistanê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistan ê.”

Peyama Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata Sekterê Giştî yê Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriya Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgîn in. Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cih girt. Weke xebatkar, siyasetvan, rêvebir, heval, nivîskar, di hemî qadên siyaseta Kurdistanê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistan ê. Di vê dema krîtîk de ku êrîşên mezin li ser Rojavaya Kurdistanê çêdibin, wefata Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, ji bo Partîya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya, ji bo Rojava û hemî Kurdistanê windahîyek mezine.

Em ji ber wefata Sekterê Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Surîya Birêz Hemîd ê Hacî Derwêş, gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endam û alîgirên PDPK – S û malbatê.”