KNK: Şer xeta sor e; çi dibe bila bibe çareserî diyalog e

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna xwe ya 5’ê Kanûnê eşkere kir. KNK’ê got: “Çi dibe bila bibe, divê pirsgirêkên navxweyî, bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Şerê navxweyî ji bo me xeta sor e. Divê ti hêz vê xeta sor derbaz nekin.”

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 5’ê Kanûnêyê, bi awayekî online civina xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de li ser bûyer û pêşketinên siyasî, rewşa Kurdistan û cîhanê, bi awayekî berfireh hate nirxandin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Encamname KNK’ê wiha ye:

“Konseya Rêvebir ya KNK’ê, 05.12.2020’an roja Şemiyê, bi awayekî online civina xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de serî de bûyer û pêşketinên siyasî, rewşa Kurdistan û Cihanê, bi awayekî berfireh hate nirxandin. Piştre xebatên derbazbûyî hatin pêşkêşkirin û li ser wan xebatan nirxandin pêkhatin. Civîn bi aweyekî teybet li ser aloziyên di navbera hêzên Kurdistanî de rawesta, kar û xebatên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî yên ji teref KNK’ê ve hatîn kirin, hatin nirxandin û bi erênî hatin dîtin. Peyre jî karên dema pêş hatin plankirin.

Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi giştî Cihan, ber bi guhertinan ve diçin. Li Rojhilata Navîn alozî, şer û qeyranek mezin heye. Kurdistan jî weke welatên din di nava van alozî, şer û qeyranan re derbaz dibe. Heta mirov dikare bêje ku alozî, şer û qeyranên li Kurdistanê, ji yên gelek welatan zêdetir û girantirin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan bi xwe re tîni. Jibo vê yekê di gav avêhtinê de divê Kurd pir bi hesas û bi hesab tevbigerin.

Di dawiya meha dehan de, bi hêz kêşana PDK’ê jibo deverên hêzên gerîla têde heyî, ku piştî wê alozî di navbera hêzên Kurdistanî de destpê kir, ev rewş bû rojeva sereke ya civînê. Ev tenê ne rojeva vê civînî bû, her weha ji wê rojê heta niha, rojeva sereke ya KNK’ê û ya hemî gelê Kurdistanê ye jî. KNK ji wê rojê heta niha, li ser vê mijarê bi awayekî hesas radiweste û karên diyalogê pêşdixe. Ji bo vê yekê heyet hate çêkirin, vê heyetê serî de li Başûrê Kurdistanê bi hemî hêz û derdorên pêwîst re hevdîtin û civîn pêkanîn. Heman demê de li parçeyên din yên Kurdistanê û li derveyî welat jî, karên diyalogê hatin meşandin. Herweha bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) re, di vî warî de hevkarî hate pêşxistin. Bi hevkariya KPU, bi awayekî online, di asta Kurdistanê de, konferansek berfireh hate çêkirin. Van xebat û vê konferansê, di seranserê Kurdistanê de deng veda. Niha jî bi KPU re, di vî warî de hevkariya me berdewame. Heyeta KNK’ê, li ser xebatên xwe agahdarî dan civînê. Herweha hemî xebatên ji holê rakirina aloziyê û pêşxistina diyalogê, bi awyekî berfireh hatin nirxandin. Biryar hate standin ku ji bo ji holê rakirina aloziyan û pêşxistina diyaloga navxweyî, ev xebat weke xebata sereke bête destgirtin û ev xebat bê navber bête berdewamkirin.

‘ŞER XETA SOR E; ÇI DIBE BILA BIBE ÇARESERÎ DIYALOGA NAVXWEYÎ YE’

Em KNK, vê rewşa aloz weke xeteriyek mezin li ser destkeftiyên Kurdistanê dibînin. Ev alozî tenê xizmet ji dişminan re dike. Em weke gel û netew di qonaxeke dîrokî re derbaz dibin. Di hemî deman de û teybetî di vê dema hesas de, çi dibe bila bibe, divê pirsgirêkên navxweyî, bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Şerê navxweyî ji bo me xeta sor e. Divê ti hêz vê xeta sor derbaz nekin.

Em ê xebatên xwe yên diyalogê berdewam bikin. Bi baweriya me, eger serok û rêveberên Kurdan bêne ba hev, ev pirsgirêk çareser dibin. Em bang li hemî serok û rêvebirên Kurdan dikin ku kom bibin û pirsgirêkan bi rêyên diyalogê çareser bikin. Em KNK, em ê hewl bidin hemî serok û rêvebirên Kurdan kom bikin û bînin ba hev.

Di vê xebata pêşxistina diyaloga navxweyî de, em ji ronakbîr, hunermend, akademîsyen, kesayet û ji hemî gelê Kurdistanê piştgirîyê dixwazin. Herweha di vî warî de roleke mezin dikeve li ser milê medyakar û dezgehên ragihandinê. Em ji hemî dezgehên ragihandinê û medyakarên Kurdistanê hêvî dikin ku destek û piştgirîyê bidin vê xebatê.

Di berdewmîya nîqaşan de, li ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate rawestandin û nirxandinên berfireh hatin kirin.

BAKUR

Li Bakurê Kurdistanê, şer û têkoşîna man û nemanê berdewame. Dewleta Tirk bi hemî îmkanên xwe ve êrîşê gelê Kurd û deskevtên Kurdan dike. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, her weha li Başûr û li Rojava jî êrîş dike. Roja îro dewleta Tirk bûye dijminê me yê sereke, dijmin û dagirkerên din jî, li hember gelê Kurd rêk dixe û pêşkêşiyê ji wan re dike. Li hember êrîşên dewleta Tirk, berxwedana gel û xebatkarên şoreşê, li her cih û deverê berdewame. Berxwedanek bê hempa tê meşandin. Yek rê li pêşiya me heye; ew jî xurtkirina hêzên berxwedêre û xurtkirina berxwedanê ye.

ROJHILAT

Li Rojhilatê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan, sêdaredana girtiyên siyasî, zext û êrişên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Ji ber siyaseta dewleta Îranê ya aborî ya ku Kurdistanê feqîr dihêle û gel bêkar dihêle, rewşa aborî ya Rojhilatê Kurdistanê hingî diçe xirabtir dibe. Encamên vê siyaseta birçî hiştinê, dibe sedemê pirsgirêkên civakî, koçberî û kolberî yê. Herweha hêzên dewleta Îranê, di bin navê parastina sînor de, rojane kolberên Kurd dikuje. Gorî agahdarîyên (îstatîstîk-amar) rêxistinên mafên mirovan, di nava sala 2020’an de heta niha herî kêm 72 kolber hatine kuştin û 164 kolber jî birîndar bûne. Ev hejmar her diçe zêtir dibe û dibe weke komkujîyekî. Ev kesên henê ji ber ku Kurdin têne kuştin. Di civînê de, rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi berfirehî hate nîqaşkirin. Beşek plansazîya civînê jî, li ser Rojhilate. Biryar hate standin ku di demeke nîzik de, konferansek li ser vê rewşê bê çêkirin û komîteya konferansê jî hate destnîşan kirin.

ROJAVA

Li Rojavayê Kurdistanê, rewşa hesas û êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamin. Dewleta Tirk, li derfetan digere ku êrîşên xwe berfireh bike û deskeftên gelê me yê li Rojava têk bibe. Ev metirsî û xeterî berdewame. Li alê din rejîma Şamê jî, nayê ser maseyê muzakereyan û gefan li Rêberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûrî dixwe. Li gel gelek peywendiyên navneteweyî jî, lê heta niha di asta Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên din yên navneteweyî û dewletên mezin de, deskevtên gelê me yê li Rojava nehtine fermî kirin. Divê di hemî waran de Rêveberîya Xweser bê xurtkirin, di heman demê de divê dîplomasiyek xurt jî bê meşandin û statûya herêmê bê fermî kirin. Ev kar jî bû karekî dema pêş yê plansazîya civînê.

BAŞÛR-IRAQ

Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş jibo hemî Kurdistanîyan hêviyek mezine û cihê keyfxweşîyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskevtin bêne parastin û bêne pêşxistin. Li gel vê rewşê jî, li Başûrê Kurdistanê pirsgirêk berdewamin. Teybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Êraqê ve hatin dagirkirin; ji wê demê û heta niha başûrê Kurdistanê, di qeyranekî giran de ye. Ev qeyran siyasîye, aborîye, civakîye, dîplomatîke û di hemî warên jiyanê de derdikevi pêş.

Peywendîyên li gel hukumeta Iraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatiye çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140an. Serî de li Kerkûk, li deverên din yên Germiyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe. Tenê problem bi hikumeta merkezî re nînin. Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me

Di dema civîna me berdewam dikir, ji ber pirsgirêkên aborî, li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên gel despêkirin. Ev xwenîşandan roj bi roj mezintir dibin. Cihê metirsiyê ye, li hinek deveran ev xwenîşandan ber bi şiddetê ve diçin û hinek cih têne şewitandin. Herweha hinek çalakvanan jiyana xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne. Derketina gel û maf xwestina gel, mafekî rewa û demokratîke. Lê divê ev maf bi awayekî demokratîk bête karanîn. Di vê mijarê de em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku guhdarî deng û xwestinên gel bikin, bi tund û tûjî neçîn ser gel û bi awayekî demokratîk pirsgirêkan çareser bikin. Herweha em bang li xwenîşandaran û hemî gelê xwe dikin ku ji şidet û ji provokasyonan dûr bisekinin, di çerçeveya rewa û demokratîk de tevbigerin.

Li Başûrê Kurdistanê, di van demên dawî de zextên li ser rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf û kesên mafê mirovan diparêzin zêde bûne û li gelek cihan jî girtî têne êşkencekirin. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûl kirin. Em di vî warîde jî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku vê rewşa xeter ji holê rakin, mirovên ji bo siyasetê û li ser nêrînên xwe hatine girtin, di demeke zûde werin azad kirin.

ŞENGAL

Pirsgirêka Şengalê jî hingî diçi kûrtir dibi. Bê ku ji xelkê Şengalê bipirsin, li ser mesela Şengalê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şengalê, peymana ku di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye, pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya wê Kurdên Êzidî ne û Şengal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê teybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şengaliyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin.”

Piştî nirxadinan, xebatên dema pêş hatin nîqaşkirin û plansazîya xebatê hate çêkirin.