KMMK'ê rapora Mijdara 2021'ê ya binpêkirina mafên mirovan eşkere kir

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a meha Mijdarê li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û ragihand ku kesek hatiye darvekirin û 4 kes jî bi gumanbarî yan û di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser binpêkirina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê di meha Mijdara 2021'ê de raporek weşand.

Ji ber ku dewleta Îranê destûra kar û lêkolînkirinê nade rêxistin û komên mafên mirovan, tê texmînkirin ku binpêkirina mafên mirovan ji hejmara di raporê de hatiye diyarkirin zêdetir e.

Di raporê de ev agahî hatin dayin:

"Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi destgîrkirina welatiyên Kurd, mafên sivîl, siyasî û civakî yên gelê Kurd binpê dike û heta niha jî li ser vê yekê ye. Binpêkirina azadiya raman û derbirînê, binpêkirina mafê jiyanê û ewlehiya kesayetî û cudahiya hikûmetê mijarên wisanin ku rojane ji aliyê hikûmeta Îranê ve tên pêkanîn.

DARVEKIRIN

Di vê mehê de jî siyaseta bidarvekirina welatiyan berdewam bûye. Li parêzgehên Kurdistanê kesek hatiye darvekirin.

KUŞTIN Û WINDAKIRINA BI ZORÊ

Hêjayî gotinê ye ku kuştin û kuştina welatiyan ji aliyê hikûmeta Îranê ve berdewam e. Di vê çarçoveyê de 4 hemwelatî bi awayekî gumanbar û di bin êşkenceyên dezgehên ewlekarî yên Îranê de hatine kuştin. Her wiha rastî gulebarana komek welatiyan hat û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN

Di vê mehê de, li bajarên Ûrmiye, Sine, Kirmaşan, Mehabad, Xuremabad, Îlam, Hemedan û Loristanê, bi berdewamî em şahidê girtin û zîndanîkirina welatiyan bûn. Li gor amarên ku di vê mehê de hatine tomarkirin, 3 welatî, çalakvanên sivîl û siyasî hatine destbiserkirin û cezayê girtîgehê li 3 girtî jî hatiye birîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji kesên hatin destgîrkirin 8 jê jin in.

KOLBER Û KASIBKAR

Kol wek her carê rasterast rastî êrîşa hêzên çekdar ên Îranê hatin. Çekdarên Sipahê Pasdarên Îranê ku weke tevgereke terorîstî tê naskirin û hêzên ser sinor yên Îranê vê mehê jî rasterast kolberan kirine armanc û di encamê de 4 kolber hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Di piraniya rewşan de kolber bûne armanca rasterast a van hêzan û ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Hêjayî gotinê ye ku heta niha ti sazî û dezgehên Îran û Kurdistanê di vî warî de hewldanekî çêker nekiriye û ti kesek jî bi vê tawanê nehatiye dadgehîkirin.

XWEKUJÎ

Hejmara xwekuştina welatiyan her ku diçe zêde dibe û em bûne şahidê zêdebûna xwekuştina welatiyan bi taybet ciwan û jinan. Di vê mehê de xwekuştin û kuştina 3 kesên din hatin ragihandin. Ji van 9 kesan întîxar kirin û 9 kesên din jî hatin kuştin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di vê mehê de 6 jin û 4 zilaman bi hincetên cuda xwe kuştine.

MAYÎN

Li gor zanyariyên ku di vê mehê de hatine bidestxistin, 3 welatiyên Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de birîndar bûne."

Di dawiyê de Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê daxwazê ji civak û gelê Kurdistanê dike ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên yasayî û xwezayî, navbeynkariya her cure binpêkirina mafên mirovan bikin û di afirandina civakeke azad de bixîret bin.