KGO: Destan Temmûz nemire

Rêxistina Ciwanên Komînîst a MLKP’ê, têkildarî Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz) a li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Karacagîl, a serhildana Hezîranê bi pûşiya xwe ya sor bû sembola rûmet, azadî û edaletê, di Şoreşa Rojava nava refên MLKP’ê de,ya li ser nexşê ala sor neqişî, bi ser dijmin de çû. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di salvegera serhildana rûmet û azadiya me ya Serhildana Hezîranê de, hevrêya me Destan Temmûz (Ayşe Denîz Karacagîl) a bahoza Geziyê li çeperên Reqayê bû xezeba gel û şer kir, ala MLKP û KGO’yê, ji bendan heta eniyan, her demê bilind kir şehîd ket.

Ew, bi ‘Pûşiya Sor’ a bu sembola rûmet, azadî û edaleta Serhildana Hezîranê, li eniyên Rojava li ser ala partiya me MLKP’ê neqişî, bi ser dijmin de çû û bû yek ji xeleka dawî ya karwanên şehîdên mê yên nemir. Em ê bibin şopdarê berxwedana hevrêya xwe Destan a ji pişt bendan heta çiya û heta gihişte şoreşê, wê bibe soza pêkanîna me ya bê dudilî ya KGO’yê û çalakiyê.

Hevrê Destan, hê di temenê ciwan de têkoşîna şoreşê nas dike û li eniyan berpirsyariyê radike weke pêşengekî me ya ciwan dest bi şer kiriye. Hevrêya me ya ku li gorî her pêvajo û pêdiviyên şoreşê xwe amade dike, erkê digire ser milê xwe , di demê ku li Samsûnê têkoşînê birêve dibe, di têkoşîna amadeyî de bûye pêşeng û weke stêrkan geş bûye.

Meşa hevrêya me ya di têkoşîna amadeyî de destpê kir, di demekî pir kurt de ketiye ser rêya serhildan û şoreşê. Ew, di rê de meşiya, tişa ku dizanî fêm dikir, bê sînor tim bûye yek ji wan kesên ku di refên herî pêş ên şer de cihê xwe digirt. Bi kelecanekî ya serpêhatiyê di Serhildana Hezîranê de li pişt bendan beşdarî şer bûye. Li ser rêyên berxwedanê yê Entalyayê bi fûşiya xwe ya sor bû sembola milyonan kesî.

Hevrê Denîz , piştî berxwedana Geziyê û şûnde li Stenbolê têkoşîna xwe domand, di demê herî xedar de bi peywira xwe ya şoreşgerî carekî din bi çalakiyên xwe diyar kir. Hevrêya me piştî serhildanê û şûnde ji bo êrîşên dijwar ên li ser partiya me û komsomolê û çeperên me vala nehêle, hê zêdetir xwe da pêş, di berxwedana li Gulsûya Stenbolê li dijî çeteyan birêve bir de, bê ku gavekê bi şûnde bavêje, di encama êrîşa çeteyan de li gel Şehîdê Pirsûsê Beraîl Gunebakan û Şehîdê Rojava Sînan Sagir birîndar bibûn.

Bi gotinên xwe yên “Me berxwedana Geziyê, ji bo rûmeta mirovahiyê pêk aniye, dem hat em mir in, dem hat em kor bûn, hatin girtin” ev gotin bûn îfadeya herî zelal a serhildanê ya ku qet em teslîm nabin.

Hevrêya me ya bi gotina: “Di bin navê di rêya şehîdên xwe de meşîn” a li Reqayê şehîd ket, weke sembola Temmûzê carekî din diyar kir ku li ser rêya Şehîdên Pirsûsê û hesret û îdîayn wan meşiya ye.

Êdî em dikarin bi rûmet û serbilindî bêjin ku GKO’ya me ji Serhildana Hezîranê heta Şoreşa Rojava, ji Parka Geziyê heta çiyayên azad bû navê pira azadiyê. Ev pir hevrêyên me Sînan û Emre ên “Zarokên Geziyê” ên li Rojava bûn nemir, Şehîdên me yên Pirsûsê hevrêyên me Arjîn û Roza ên serhildêrên çiyayên azad bû pira ku bi ruh û can hatî avakirin ku ti car neyê hilweşandine. Ev pira ku şervanên qehreman ên şoreşa zarokên Geziyê ava kirî, di heman demê de wê bibe pira Şoreşa

Niha jî li ser vê pira şehîdan re, berxwedêra jin a pûşî sor a Geziyê, hevrêya me Destan Temmûz a serpêhatiya kelecana li pişt bendên Hezîranê derbas dibe û dibe nemir.

Em carekî din di serî de soz hevrêya xwe Destan, hemû zarokên Geziyê yên şehîd ketine û hevrêyên xwe. Berdêla wê çi dibe bila bibe, Geziyê bi Rojava re serhildanê bi şoreşê re bikin yek û bidomînin. KGO ya xwe, li ser pira şoreşa yekbûyî ya ku şehîdên me avakirî re derbas bikin, soza ku me daye şehîdên xwe bînin cih!

Gotina dawî ya te, gotina me ye.”