Keskîn: Divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li girtîgehan lêkolînê bike!

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn bal kişand ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş, nebûna derfetên tedawiyê û bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir, ku li girtîgehên li Tirkiyeyê lêkolînan bike.

Wezareta Edaletê da xuyakirin, ku li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtî û hikumxwarên bi rapora desteya tenduristiyê hatiye tespîtkirin ku timî nexweş in û nexweşiya giran bi wan re heye, 387 e. Wezaretê ragihand, 114 ji girtiyên nexweş, bi kanserê ne.

Astengiya herî mezin a li pêşiya berdana girtiyên nexweş; Saziya Tipa Edlî ye. Ev saziya ku ji îradeya siyasî ne cuda ye, bi rêya raporên xwe, pêşî li tedawîkirina girtiyan digire.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser mijarê ji me re axivî û got, "Ji bo berdana girtiyên nexweş, divê Saziya Tipa Edlî raporê bide. Bi rapora xwe nîşan bide, ku nabe ev girtî li girtîgehê bên hiştin. Saziya Tipa Edlî saziyeke ji pisporan e, divê navendeke ji her alî ve serbixwe be. Lê belê ev sazî serbixwe nîne; maeşê xwe ji dewletê digire. Ji ber vê yekê, bi salane em dibêjin; hem ji bo belgekirina îşkenceyê, hem jî ji bo nirxandina rewşa girtiyên nexweş divê saziyên pispor ên serbixwe, hekîmên serbixwe erkdar bin. Li welatên demokratîk rewş bi vî rengî ye. Ji bo vê nekin, li ber xwe didin. Saziya Tipa Edlî timî biryarên neyînî dide."

Keskîn da xuyakirin, ku muwekîlê wê Velît Nas ji aliyê derûnî ve nexweş e û bi temamî li cîhaneke din dijî û got, "Ji ber ku Saziya Tipa Edlî rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' daye, nayê berdan. Mirovekî ku bi ti awayî nabe li girtîgehê bê hiştin. Ji ber vê yekê, mirov nikarin rewşa girtiyên nexweş ji îradeya siyasî cuda binirxînin."

'TEDAWÎ LI GIRTÎGEHÊ NABE'

Keskîn diyar kir, li Girtîgehên Tîpa R ên di demên dawî de hatine çêkirin, derfeta tedawîkirina girtiyên nexweş nîne û wiha dewam kir: "Nexweşxaneyeke têrker nebe, tedawiya nexweşan ne pêkan e. Lewma li girtîgehan ev tedawî qet nabe. Ji xwe ti ji wan nayên tedawîkirin. Sîbel Çapraz, beriya niha bi demekê dema min ew li girtîgehê ziyaret kir, li hucreya yek şexsî dima û li odeyeke ku tuwalet li hundir bû, dijiya. Divê li cihekî gelekî sterîl bijî, lê li şûna wê li hucreyeke bi tuwaletê hatiye bicihkirin. Bila henekê xwe bi me nekin. Em parêzer in û haya me ji şert û mercên li wir heye. Rewş mixabin qet nebaş e. Mixabin dîl tên girtin."

'REHÎNEYÊN SIYASÎ NE'

Eren Keskîn bal kişand ser rewşa Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk û destnîşan kir, ne rast e rewşa wî li ser tenduristiya wî bê nîqaşkirin. Keskîn got, "Ez bi xwe dizanim ku ew di vê mijarê de aciz e. Ji aliyê îradeya siyasî ve li wir tê girtin. Lê belê Ahmet Turk 74 salî ye û mirovekî nexweş e. Sîstemeke hiqûqê heye li holê, ku ji her alî ve dûr ketiye ji pîvanên wijdanî."

BANGA LI RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş roj bi roj nebaş dibe û got, "Weke Komeleya Mafên Mirovan em timî bang dikin, lê belê divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dest bavêje vê mijarê. Peymanên navneteweyî hene ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî. Li gorî van peymanan tevnagere. Kontrolên navneteweyî gelekî kêm in. Bang li hemûyan dikim ku bi erka xwe rabin."