Kenê li ser rûyê zarokên Şengalê

Li gel zor û zehmetiyên giran û komkujiyan, zarokên Şengalê li ser axa xwe ya pîroz bi dilekî germ di hev re dilîzin û kenê li ser rûyê wan kêm nabe.

Ti zor û zehmetî, ti ferman û komkujî nekarîn vî kenî ji ser rûyê zarokên Şengalê bibin. 

Zarokên Êzîdxanê ku kuştin, wêranî, ferman û koçberiyeke giran bi serê wan ve hat, ev hemû li pey xwe hiştin û careke din dest bi stran û lîstikên xwe kirine.

Dema ku li nava bajarê Şengalê digerin, em li gelek komên zarokan rast hatin. Zarokekî bi navê Heval Brahîm, stranek li ser egîdên Şengalê ji me re got. 

Coliyan Husên jî strana li ser dayikê bi me re par ve kir. Li gel ewqas êşên giran jî, li Şengalê zarok hêdî hêdî li jiyana zarokatiya xwe vedigerin.