Kedkarên eniya şer
Kedkarên Kobanê, ji bo destekê bidin şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonan dikin, li pişt eniyê bêrawestan dixebitin.
Kedkarên Kobanê, ji bo destekê bidin şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonan dikin, li pişt eniyê bêrawestan dixebitin.
Kedkarên Kobanê li pişt eniya şer li hev dicivin û ji danê sibehê heta êvarê, ji bo zarok, xwişk û bira û şervanên azadiyê yên berê xwe dane Reqayê, xwarinê çêdikin.
Ev piştgiriya lojîstîkê bi giranî ji aliyê welatiyên Kobanê yên bi emr hinekî mezin in tê kirin û ciwan jî destkeê didin wan. Di vî karî de rûyê her kesî li ken e. Xwarina ku ji aliyê bav, xwişk û birayan ve tê amadekirin, di demeke kurt de digihêje şervanên Odeya Çalakiyê yên li eniya şer in.
Em ji van dipirsin, bê çima li vir in, ew jî vê bersivê didin: "Hêza me nîne ku em li eniya pêş şer bikin. Qet nebe em dixwazin ji aliyê manewî ve piştgiriyê bidin şervanên xwe, zarokên xwe yên vê axê û rûmeta gelê me diparêzin.
Heta ku keç û kurên me li eniya şer bin, em ê jî her tim bi wan re bin. Em bi kêfxweşî ji şervanan re xwarinê amade dikin. Şervanên me bê tirs li dijî çeteyan şer dikin. Em ê jî bi hemû hêza xwe her tim bi wan re bin."