KCK: Wateya Komara Kurd a Mahabadê gelekî mezin e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mahabadê peyamek weşand û got "Komara Kurd a Mehabadê îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mahabadê peyamek weşand û got "Komara Kurd a Mehabadê îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e."
Di peyama nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Me salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mehabadê li pey xwe hişt. Komara Kurd a Mehabadê ya ku ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî hate avakirin, îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e. Gelê Kurdistanê tu carî wan kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê û damezrandin û parastina Komara Kurd a Mehabadê têkoşiyane û bêdel dane, bi taybetî jî Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr nake, ew ê her tim wan bi bîr bîne.
Di peyamê de hat destnîşankirin ku di encama polîtîkayên berjewendîparêz ên dewletên hegemonîk de êrîşî Komara Kurd a Mahabadê hate kirin û ji ber vê komara hate rûxandin. Di peyamê de ahte gotin “Dewletên hegemonîk ên serdemê bi rejîma Şah a paşverû û mêtinger re li hev kirin û piştgirî dan hilweşandina Komara Kurd a Mehabadê. Îro gelek hêz bi rêya bazariya li ser Kurdan hewl didin têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a mêtinger û qirker a li dijî Kurdan re bidomînin. Em bang li hemû hêzan dikin wisa nêzikî mesele nebin û di heman demê de nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan a ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP dikin.”