KCK: Pirsgirêka Şengalê pirsgirêkeke exlaqî û wijdanî ye

KCK'ê peyameke nivîskî ji Kongreya 2. a Tevgera Azadî re şand û hêvî kir, ku kongre xizmetê ji yekîtiya neteweyî re bike.

KCK'ê bal kişand ser nîqaşên li ser Şengalê û destnîşan kir, ku Şengal pirsgirêkeke exlaqî, wijdanî û siyasî ye. KCK'ê diyar kir, nabe ku ev mijar ji aliyê kesî ve bê îstîsmarkirin.

Di peyama KCK'ê de hat gotin, "Em pê bawer in, kongreya we wê di vê pêvajoya girîng û dîrokî de nîqaşên girîng bike û encaman bi dest bixe."

Peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî ye:

"Em bawerin, hûn ê vê kongreyê bikin zemîna garantîkirina berjewendiyên gelê Kurd. Li herêmê têkoşîneke dijwar heye. Di nava vê têkoşînê de, tevî ku destketiyên Kurdan mezin in jî hê xeterî li ser hene. Hêzên global û hêzên statukoparêz û dagirker ên li herêmê hewl didin tifaqê bikin û destketiyên Kurdan ji holê rakin. Di demeke bi vî rengî de, eger Kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, wê ti hêza mêtînger nikaribe li ber bisekine.

Weke ku tê zanîn ev demeke li Başûrê Kurdistanê krîzeke navxweyî heye. Eger Federasyona Başûrê Kurdistanê demokratîk bibûya, wê hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo herêmê bibûya hêzeke girîng a demokratîk û bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan re wê xwe ji vê krîzê rizgar bikira. Federasyona Başûrê Kurdistanê, eger pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser kiribûya û yekîtiya neteweyî bafiranda, wê li gorî berjewendiyên hin hêzên li herêmê tevnegerîbûya. Mixabin têkilî û hevkariya hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi Erdogan û hikûmeta AKP'ê re daniye, zerarê dide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan. Erdogan û dewleta Tirk hewl didin ji aliyê aborî ve Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Divê ev bê zanîn; Erdogan û AKP nûnerên siyaseteke dijminê Kurdan e. Her têkiliya bi wan re bê danîn, wê xizmetê ji vê re bike. Lewma, ya ku divê li dijî vê bê kirin, meşandina siyaseta yekîtiyê ye.

Di vê demê de rojeva bingehîn a gelê me, kongreya neteweyî ye. Daaxwaza bingehîn a gelê me jî; pêkanîna aştiya navxweyî, xwe parastina ji êrîşên derve û cihgirtina li nava gelên cîhanê bi rûmetdarî. Pirsgirêkên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê jî wê bi vî rengî werin çareserkirin. Ji ber ku kongreya neteweyî wê bibe navenda çareserkirina pirsgirêkan û mekanîzmaya afirandina siyaseta neteweyî. Em baş dizanin; dewletên herêmê yên dagirker, dema bi partiyan re têkiliyê datînin, berjewendiyên xwe esas digirin. Wekî din, hêzên navneteweyî jî li ser bingeha berjewendiyên xwe yên li herêmê, têkiliyê bi Kurdan re datînin.

'ÇARESERÎ DIVÊ BI VÎNA XWE BÊ AFIRANDIN'

Pirsgirêka Şengalê pirsgirêkeke desthilatdariyê nîne. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêka parvekirinê jî nîne. Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka man û nemanê ye. Berî berjewendiyên siyasî pirsgirêkeke siyasî, wijdanî û exlaqî ye. Çareseriya vê pirsgirêkê jî divê xwe bispêre vîna gelê Şengalê.

Ya ku divê were kirin ew e; pêwîste Federasyona Başûrê Kurdistanê xwe demokratîk bike û pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike. Pêwîstiya Şengalê beriya her tiştî bi xweparastinê heye. Wekî din, li herêmê gelek pêkhate dijîn. Ev cihêrengî bi xweparastinê dikarin xwe li ber êrîş û komkujiyan biparêzin."