KCK: Nûçeya ''Gerîla li Ermenistanê şer dikin', derew e

Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serdem: Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.”

Berdevkê Komîtya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Ronî Serdem, nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk a dagirker ku bi şandina çeteyan a ji bo Azerbeycanê, şerê Azerî-Eremnî da destpêkirin, dîsa têkildarî nûçe û agahiyên şervanên Tevgera Azadiya Kurd a ji bo li Eremenistanê şer bikin çûne Ermenistanê belav dikin, da.

Berdevk Ronî Serdem li ser navê Komîteya Têkiliyên Karê Derve a KCK’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a derewên parve dike, alîgirên AKP’ê bi xwe jî bawer nakin.

Serdem destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser bingehê teşwîq, amadekarî û planê li xeta Qafqasan eniyeke şer a nû vebûye û got: “Destpêkê ne alîgir û ne jî yên destpêkê ev şer dayîn destpêkirin ne gelê Ermenî û ne jî Azerî ne. Rewşa ku weke şerê Azerbeycan-Ermenistan tê navkirin; di rastî de şerê dewleta Tirk e, parçeyek ji projeya Osmanî û armancê wê ne. Rêveberên AKP’ê berî niha ku nexşeya servîskiribû ev qad li xwe girtibûn dema li ber çavan bê girtin, wê rewş hê baştir bê famkirin.”

Serdem diyar kir ku dewleta Tirk şer bire Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqa û gelek cihên Qafasya, vî şerî jî çete jî di nav de li ser gelek hêzan re dike û wiha domand: “ Hemû cîhan çavê xwe ji qetilkirina gelan a van komên çete yên ku dewleta Tirk wan diparêze, destek dike û xistiye di bin kontrola xwe de, girtiye. Ajan û rojnameyên herî pêşketî yên cîhanê jî nivîsandin ku dewleta Tirk ji bo şer bidin destpêkirin û birêvebirin, bi hezaran çeteyên peremilîter ji Sûriyeyê birine Azerbeycanê, bi delîlan raxistin ber çavan. Hevpeyvînên li gel van çete û dîmenên wan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şandin hatin belavkirin. Dewleta Tirk a plana wê ya qirêj kifş bû, niha jî li ser tevgera me re nûçeyên derew parve dikin.

TC a destpêkê bi destê trolên girêdayî xwe li ser tevnên dijîtal belavkirin ku gerîlayên PKK’ê çûne Ermenistanê, dema ku ev nehate bawerkirin, vê carê bi xwe dewlet û hikûmet ketin dewreyê û xwestin derewan fermî bikin. Li her erdnîgariya ku dixwazin dagir û şer bikin, bi hinceta ‘PKK û Kurd hene’ ji bo armancên xwe pêk bînin, asta derewên xwe yên mezin ku avakirine û dîsa dijminahiya li Kurdan nîşan dide. Propagandaya mijara gotinê polîtîkaya şerê taybet e. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.  Heman demê dixwazin di nava gelan de, nakokî, şer û aloziyan zêdetir bikin.

Dewleta Tirk a di dîrokê de û heta niha qirkirinê bi serê gelan tîne, ji ber van polîtîkayên nîjatperest û faşîst, Kurd, Ermenî, Rûm, Asûrî-Suryanî û gelên din dijmin dîtine û êrîş kirine. Bi taybet di salên dawî de, hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku hema bêje serê her mehê dibe sedemê avakar û krîzên navneteweyî li serê hemû gelên cîhaê bûye bela.

Dem hatiye ku êdî ji rejîma Tirk a şer dibe her cihî, nearamniyê çêdike, dibe sedemê dagirkeriyê hatiye. Dem hatiye ku êdî mirov ji vê rejîma Tirk a faşîst û hezxwazê şer rizgar bibe. Dem hatiye ku êdî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bê hilweşandin. Dem hatiye ku mirov ji dagirkerî û şerxwaziya dewleta Tirk re bêje ‘rawest e’. Bang li hemû gelan û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî polîtîkayên şerxwaz, şer û nîjatperestiyê bibe xwedî helwestên zelal.”