KCK: Heta têkbirina komploya navneteweyî em berxwedanê mezin bikin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd û dostan kir ku heta têkbirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin.

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê de destpêkê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin hatin bîranîn ku ji bo pêşîgirtina li komployê bedena xwe dan ber agir û hêzên komploger hatin şermezarkirin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê sîstema tecrîda giran a li Îmraliyê jî nirxand û diyar kir ku ya li Îmraliyê tê bicihanîn sîstemeke qirkirinê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke gelê Kurd, dost, hevrê û milîtanên vî gelî; divê em baş fêhm bikin ku Rêbertî li hemberî sîstema qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê, li hemberî sîstema darbestê û rewşa dîlgirtinê bîst û çar sal in, bi şev û roj çawa li ber xwe dide, di nava berxwedaneke çawa de ye. Divê em van hewldanên xwe mezintir bikin, kûrtir bikin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrîşa qirkirinê û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, bîst û çar sal tijî kir û dikeve sala bîst û pêncan. Em wan hêzên komploger hemûyan ên ku komplo plan kirin, serkêşî jê re kirin û tê de cih girtin, careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin.

Em Rêber Apo yê ku bîst û çar sal in di nava şert û mercên darbestê yê Îmraliyê de dîl tê girtin û berxwedana wî ya dîrokî silav dikin. Em şehîdên xwe yên fedaî, ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ji bo pêşî li armanca metirsîdar a komploya navneteweyî bigirin bedena xwe dan ber agir, di şexsê hevrê Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Viyan Caf, Ûmût Acar, Zulkuf Gezer, Zehra Saglam, Veysî Taş û Mehmet Akar de bi bîr tînin. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

RÊBER APO XWE KIR ÎRADEYEKE BERXWEDANÊ

Êrîşa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê êrîşeke qirkirinê ya sed salî ye ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Êrîşeke qirkirinê ye ku bi tepisandina raperîna Şêx Seîd hate destpêkirin û bi îmhakirian Rêber Apo xwestin temam bikin. Armanca destpêkê ya vê êrîşê li gel îmhakirina Rêber Apo belavkirina tevgera PKK'ê ji nava xwe ve, bêpêşenghiştina gelê Kurd, qirkirin û tunekirina gelê Kurd bû. Bi helwesta berxwedêr a Rêber Apo, tevgerê û gelê me yê welatparêz re, ev armanca destpêkê ya komployê pêk nehat. Ji ber ku ev armanca destpêkê pêk nehat, heman hêzên komploger vê carê xwestin Rêber Apo li darbesta Îmraliyê ya ku hucre jê re tê gotin mehkûm bikin û heta dawiya emrê xwe di binê êşkenceyê de bihêlin. Bi gotina 'Ji xwe wê rojekê nikaribe îdare bike û teslîm bibe' timî di nava bendewariyekê de man. Halbûkî rewşa Rêber Apo bû hêmaneke welê ku bandorê li paşeroja gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn dike. Di têkiliyên Kurd-Tirk de hêman diyarker e. Rêber Apo li gorî vê berpirsyariya xwe, li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê veguherî îradeyeke berxwedanê ya her timî. Ji ber ku nefesa Rêber Apo bi xwe jî ji bo Kurdan weke sedema man û nemanê tê dîtin. Rêber Apo bi vê berpirsyariya dîrokî nêzîk bû, rêbazeke nû ya berxwedanê afirand ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Di nava şert û mercên darbestê yên Îmraliyê de di şexsê xwe de şoreşeke mejî û fikrî pêk anî, kir ku ev şoreşa mejî bandorê li tevahiya tevgerê û gelê Kurdistanê bike. Şert û mercên darbestê yên Îmraliyê veguherand dergaha fikrî, yan jî bi gotina rojane veguherand akademiyekê. Di şexsê civaka Kurd de li çare û çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê yên hezar salî geriya. Ji bo pirsgirêkên civakî ku niha veguherîne krîzên pergalî, çareseriyên alternatîf ên pratîkî afirand. Li hemberî tengaviya sîstemî ya kapîtalîzmê, çareseriya Modernîteya Demokratîk danî holê ku dikare ji sedî 90 ê pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike. Çareseriya Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk ku azadiya jinê ji xwe re dike bingeh, bi hemû detayan destnîşan kir. Kurd tevî gelên xwişk û bira yên bi hev re ne, li ser vê bingehê xwe bi rêxistin dikin, sîstema xwe ya Netweya Demokratîk hewl didin bi pêşengiya jinê ava bikin û ji bo vê jî têdikoşin. Her wiha şîretan li mirovahiya pêşverû ya cîhanê dikin ku guh bidin sîstema Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo, ji pirsgirêkên wan ên civakî re dikare bibe rêya bingehîn a çareseriyê. Rêya herî mezin a berxwedana li dijî êrîşa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, zanin ku bi çareseriya Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk dibe.

EM ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ SILAV DIKIN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêza herî bingehîn a îradî ye ku li hemberî êrîşa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bênavber têdikoşe. Hêza pêşeng a bingehîn e ku di her qonaxa êrîşa qirkirinê û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de nehiştin ku bigihêje armanca xwe û armancên qirêj pêk were. Gerîlayên Kurdistanê xaka Kurdistanê û gelê Kurd di her kêliyê de di nava her şert û mercî de diparêzin û heta niha pêşî li Qirkirina Kurdan girtine ku armanca herî mezin a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye. Lewma wê têkoşîna xwe ya bi vê armancê bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam bikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd, di şexsê gelê Kurd de nirxên demokrasî û azadiyê yên gelên xwişk û bira, mirovahiya tevahiya cîhanê heta niha parastin û wê vê parastinê dewam bikin. Lewma têkoşîneke ne tenê herêmî ye, di heman demê de gerdûnî ye. Gerîlayên Azadiyê, havîn-zivistan di nava her şert û mercên giran de li hemberî artêşa çete ya dewleta Tirk a dagirker mêtinger, ku her cûre teknîka şer û çekên qedexekirî di dest de ye, berxwedanê dewam dikin. Berxwedana Gerîla ya li hemberî artêşa çete ya dewleta Tirk a dagirker mêtinger, di heman demê de li dijî siyaseta qirkirinê û komploya navneteweyî ye, berxwedana herî mezin e. Bi berxwedana bi heybet a ji Zapê ku niha jî tê meşandin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkoşîna têkbirina siyaseta qirkirinê û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di asta herî bilind de dimeşîne. Lewma em van çalakiyên xurt ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji dil û can silav dikin.

EM JIYANEKE BÊYÎ RÊBERTÎ TI CARÎ QEBÛL NAKIN

Sîstema tecrîda mutleq û êşkenceyê ya Îmraliyê bi esasî sîstemeke qirkirinê ye. Sîstema qirkirina Kurdan e. Sîstemeke ku demokrasî û azadiyê qir dike, tune dike. Di nava vê sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku hêzên navneteweyî wê bi rê ve dibin û dewleta Tirk jî gardiyaniyê jê re dike, Rêber Apo bîst û çar sal in berxwedaneke mezin û dîrokî dike. Ev berxwedana dîrokî û mezin a Rêber Apo ya li Îmraliyê, bingeha esasî ya têkoşîna me ya li dijî êrîş û siyaseta qirkirinê ye. Ji ber ku siyaseta li Îmraliyê tê meşandin ji bo her kesî siyaseta qirkirinê ye. Weke gelê Kurd, dost, hevrê û milîtanên vî gelî; divê em baş fêhm bikin ku Rêbertî li hemberî sîstema qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê, li hemberî sîstema darbestê û rewşa dîlgirtinê bîst û çar sal in, bi şev û roj çawa li ber xwe dide, di nava berxwedaneke çawa de ye. Divê em van hewldanên xwe mezintir bikin, kûrtir bikin. Di mijara hebûn û azadiya gelê Kurd de, divê em wate û girîngiya rastiya Rêbertî, her wiha şert û mercên li derveyî mirovahiyê yên ku di nav de tê hiştin, ji dil hîs bikin, bijîn. Taybetmendiyeke Rêbertî ye ku hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê ruhî hem jî ji aliyê fikrî ve li hemberî van şert û mercên qirkirin û êşkenceyê yên awarte li ber xwe dide. Ev yek cudahiyeke Rêbertî ye. Hêza fikrî, ruhî û îradeyî ya Rêber Apo destnîşan dike. Ji ber ku yê li şert û mercên darbestê yê Îmraliyê tê hiştin ne tenê Rêber Apo ye. Li gel Rêber Apo îradeya gelekî dîl tê girtin. Dilê gelê Kurd bîst û çar sal in di darbesta Îmraliyê de lê dide. Yanî li gel Rêber Apo, gelê Kurd jî li darbesta Îmraliyê hatiye girtin. Ji ber ku Rêber Apo û gelê Kurd yekpare ne ku ti carî ji hev qut nabin. Ji ber vê yekê gelê me dibêje 'Em jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nakin'. Ji ber ku dilsoziya gelê me ya bi Rêber Apo re dilsoziyeke ku têgihiştin û hezkirinê ava bûye. Divê were zanîn ku ti hêz nikare bikeve navbera Rêber Apo û gelê me. Li ser vê bingehê em gelê xwe û dostên xwe yên hêja silav dikin ku ji roja destpêkê ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê heta roja îro ji bo pêşîgirtina li serketina komployê û têkbirina komployê timî li ser piyan e û çalakiyan dikin.

EM DI NAVA BERXWEDANEKE TOPYEKÛN DE BIN

Rêber Apo bîst û çar sal in li nava sîstema darbestê ya Îmraliyê tê girtin, ku gelê me êdî nikare xwe li vê yekê rabigire. Gelê me dixwaze êdî Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li nava xwe bibîne. Hebûna xwe di nava hebûna Rêber Apo de dibîne, azadiya xwe di azadiay Rêber Apo de dibîne. Lewma Kurd dixwaze êdî ne bindest be, lê bi rengekî azad bijîn. Ji ber vê yekê hin mirovên me yên welatparêz çalakiyên gelekî giran dikin. Weke ku di mînaka gelekî hêja ya Veysî Taş û Mehmet Akar de hate dîtin, bedena xwe didin ber agir. Ev çalakiyên mezin û çalakgerên ku dewama çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin e' divê ji aliyê her kesî ve rast bê fêhmkirin. Bi helwesta xwe ya çalakiyê peyamên kûr dan me, gelê me, dostan û dijminên me. Êrîşa tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêber Apo mîna êrîşek li ser xwe dibîne. Kiryarên êşkence û zextê yên li Îmraliyê di ruhê xwe de hîs dikin û dibêjin 'êdî bes e'. Dibêjin 'Em vê êrîşa tecrîd û êşkenceyê êdî qebûl nakin'. Dibêjin, 'Em dixwazin êdî mîna Kurdekî bi rûmet bijîn'. Dibêjin 'Êdî ne weke Kurdên bindest em dixwazin weke Kurdên azad bijîn' û dibêjin ku Kurdîtiyeke welê azad tenê bi şert û mercên azad ên Rêber Apo dikare pêk were. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo weke nêzîkatiya li hemberî xwe dibînin. Dibêjin, 'Bi sîstema qirikrin û tecrîda mutleq a li Îmraliyê, hîn bêhtir jiyan nabe'. Ji bo me yên mayî jî dibêjin, 'Divê hûn êdî bi vî rengî nejîn, hîn bêhtir xwe li vê yekê ranegirin'. Bang li civaka Kurdistanê, gelên herêmê û mirovahiya pêşverû kirin ku helwestê li hemberî van êrîşên qirkirinê nîşan bidin. Ev herdu mirovên me yên hêja yên welatparêz asta êrîşên li Îmraliyê dîtin. Asta êrîşên ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker di şexsê Îmraliyê de li hemberî gelê Kurd dike, dîtin ku heman asta êrîşa komploya navneteweyî ye, fêhm kirin ku êrîşeke ji bo tunekirinê ye û ji ber vê yekê jî rêbaza çalakiyê ya wê demê ji bo xwe weke çare dîtin. Rastiya ku van herdu mirovên me yên welatparêz ên hêja dîtin, heta dawiyê rastî ne. Çalakiyên ku lirin jî çalakiyên gelekî mezin û hêja ne. Lê belê meşa li ser şopa wan teqez bi dubarekirina rêbaza çalakiya wan nabe. Tenê bi bicihanîna daxwazên wan mirov dikare bibe şopdarên rastî yên van şehîdên xwe yên hêja. Yanî bi rawestandina êrîşên qirkirinê yên li Îmraliyê, bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi tevlîbûna mîna wan di heman asta têgihiştin, îrade û wêrekiyê ya li nava têkoşînê, dikarin bêne şopandin. Xeta çalakiyê ya bi biryar û wêrek a ku wan danîn holê dema ku bi rêbazên dewlemend û hîn afirîner hate meşandin, hingî dikare bi rengekî rast li ser şopa wan têkoşîn bê meşandin. Ji bo vê jî weke gel, tevger û dost, ji bo hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê çalakiyên bi rêbazên dewlemend û afirîner bikin, di nava berxwedaneke topyekûn de bin. Em mêtinger, qirker û faşîstan bişewitînin, ne xwe. Em li wan bixin, ne li xwe.

XWEDÎ LI HIQÛQA XWE Û PÎVANÊN MAFÊN MIROVAN DERKEVIN

Êrîşa tunekirinê ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê niha li Îmraliyê bi êşkenceya tecrîdê ya mutleq dewam dike. Weke 'cezayê muebbetê yê girankirî' ku li Rêbertî hatiye birîn, dewam dike. Weke 'qutkirina têkiliyê ya mutleq' dewam dike. Konseya Ewropa û saziya wê CPT ku ji kontrolkirina vê sîstema êşkenceyê ya li derveyî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan e berprisyar e, ji astengkirina vê yekê berpirsyar e, careke din eşkere bû ku bi rengê neyekser jî be hevparê vê sîstema êşkence û qirkirinê ne. Hem dibêje çûye Îmraliyê û li ser rewşa li wir rapor amade kiriye, hem jî têkildarî mijarê ti agahiyê nade tevgera Kurd û raya giştî. Ev yek nîşan dide ku hevparê vî karî ye. CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rêxistiniya wan a sîwanî Konseya Ewropa bi bêdengiya li hemberî siyaseta qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê dibin hevpar. Divê êdî dest ji vê helwestê berdin. Em li bîra wan dixin ku hem komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hem jî dîlgirtina Rêber Apo ya li nava şert û mercên darbestê 24 sal tijî kiriye, ketiye sala 25'an. Em bang li we dikin, ku xwedî li hiqûqa xwe û pîvanên xwe yên mafên mirovan derkevin, li hemberî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a mêtinger êdî xwe kor nekin û bêdeng nemînin.

Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê re çaryek sedsal derbas bû. Ev komplo ne tenê di şexsê Rêbertî de li dijî tevgera me û gelê me, di serî de di şexsê Rêbertî de li dijî gelan û mirovahiya pêşverû hatiye pêşxistin. Di vê wateyê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê komployeke mezin e. Çarenûsa vê komploya ku berdewam dike wisa ye ku wê bandorê li pêşketinên serdema me bike. Ji ber vê yekê ; hemû kesên ku pêşengtiya komplo dikin, pêk tînin û rola xwe di komploya navneteweyî de dilîzin; Em wan vedixwînin ku bibînin ka ev komploya wan pêş xistiye bûye sedema çi û çi encam bi xwe re aniye. Di vê sala 25 ' emîn a komployê de ku em ketinê ; Divê ji nû ve bifikirin, dev ji israrkirina di xeta komployê de berdin û vî sûcê mezin ê ku di şexsê Kurdan de li dijî Kurdan û gelên herêmê û cîhanê kirine bibînin. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn siyasetê bikin û bi gelê kurd re dostaniyê pêş bixin, divê dev ji siyaseta komployê berdin û siyaseta xwe ya li hemberî kurdan biguherînin. Awayê ku ew dikarin xwe ji vê rewşa sûcdar derxin ev e ku wan bikin.

EM BERXWEDANÊ BILIND BIKIN

Di encamê de; Sala 25’emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê qonaxeke siyasî ye ku wê sedsala nû diyar bike. Weke gelê Kurd, tevger û dostên wan; Divê em bi hev re asteke dîrokî ya pêşketina têkoşîna azadiya Kurd, ji bo gelan û mirovahiya Pêşverû ya ku komplo têk birin û têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurd ber bi serkeftinê ve birin, derxin holê. Bi vê armanca bingehîn û îradeya xwe em dikevin sala 25’emîn a Berxwedana li dijî Komployê. Ji her demê bêtir, mebest û biryardariya me heye ku em wê bikin pratîk. Li ser vê bingehê bi taybetî Jin û Ciwan; Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan ên bi rûmet ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn dikin ku heta komploya navneteweyî di sala 25’emîn de têk bibe, berxwedanê bilind bikin."